Weşanên Na li Îzmîrê ji aliyê çîroknivîskar H. Kovan Baqî û hevalên wî ve hatiye avakirin. Nayê wekî yekemîn pirtûk, pirtûka çîrokan a H. Kovan Baqî a bi navê ‘Bêexlaq’ derxistibû. Weşanxane niha jî sê pirtûkên hêja diyariyê pirtûkxaneya Kurdî dike.

Metamorfoz a Telermenî 
Pirtûka Yaqob Tilermenî, metamorfoz, ji 3 beşan û 11 çîrokan pêk tê. Yaqob, piştî Sêbareya Mêrdînê (roman), bi rimerimeke qewîn li çîrokê vegeriyaye. Yaqob, vê carê di çîrokên xwe de şêwaz û teknîkên cuda cerribandine. Zimanê wî her şayik û her henûn e; xwînêr dihewîne, dihebîne. Peyvên wî biruh in. Dişikên, ditewin, dixeyidin, dikenin, şadibin; lê qet te naterikînin. Bi kurmancî-kûûûrmancî, di kerrîneka guhê te de dinihirîne; te hiltîne, te dibe, dibe, dibe li paşxane û pêşxane, li derxane û binxaneya hiş û şiûra şexsek-netewek-mirovatiyekê digerîne; bêyî ku misqalekî ji te’ama xwe yî edebî kêm bike. Hembêzeke metamorfoz ji we re vekiriye.

12 çîrok 12 çîroknûs

 Ji pênûsên donzdeh çîroknûsên Kurd, Donzdeh çîrokên mizur. Ji van donzdeh çîrokan pênc heb çîrokên çîroknûsên ne xwedî Pirtûk in. Lîsteya nivîskarên ne xwedî Pirtûk ev e: Peyvên enirrî -Ar-da Janxwar, Monologa li arafê - Ehmed Belek, Çîrokdank- Ca Cembelî, Xwedayê xwe- Berfo Barî, Xêliya mirinê- Şems Qemer. Lîsteya çîroknûsên xwedî Pirtûk: Ez û em- Sîdar Jîr, Qapax- Lorîn S. Dogan, Barûya çil tebeq- Lokman Ayebe, Ewrên bilind- Cîhan Roj, Nxwşxn- Yaqob Tilermenî, Mirinek nermijî di mesîla evînê de- Dîlawer Zeraq, Bêexleq- H. Kovan Baqî.
12 çîrok 12 çîroknûs; bi zimanê xwe yî jirêderketî, bi şêwaz û fîksîyona xwe yî cihêreng, bi sêwirîna xwe yî xerîb, li benda xwînerên xwe ye. Fermo dîwana edebîyata sererd û binerd, coxrafyayên nekişifkirî û edeb û bêedebiya nivîsê-nivîsînê.


Perdeya Cîhan Roj
Cîhan Roj, vê carê jî bi romanekê hat û li miqabilî me sekinî. Cîhan roj, di vê romana xwe de, bêyî ku bi tûmerî ji şêwaza xwe bi dûr keve, li ser koka xwe sekiniye û çav dike Virjinia Woolf. Guhê xwe dispêre zeman û li nihirîna Woolf guhdar dike. Sewta nihirîna Woolf vediguhêzîne guhê xwînêr.
Woolf texlît nake. Wek referans dihesibîne. Bi ziman û çavdêriyeke realîst, radihêle xwînêr û di nava Stembol û Diyarbekirê de dibe û tîne; xwîner, ne ji te’ama çavdêrî û vegotinên fantastîk bêpar dimîne û ne ji hisandina teknîka veherikîna şiûrê dûr dimîne. Cîhan, di vê romanê de, ji merhaleyekê bi rê ketiye û berê xwe daye merhaleyên dîtir. Ji bûyer û portreyan bêtir, takekesî heye; serhiş û binhişê Gulten heye. Kerem bikin dehlîz û maxzen û tarîstana binhiş.

AMED