Piştî her nivîsa ku diweşe û di rojnameyê de belav dibe, li hêviyê me ku çend peyaman ji min re werin. Mixabin piştî her nivîsê deng ji ‘kozik’a xwendevan nayê bihîstin. Dîsa jî wekî nameya Şevger Çiya, ji çil salan carekê be jî, nemayekê werdigirim.
Vêca, -ez bibêjim ji dilsozî, hûn bibêjin ji quretî- dixwazim nameyê bi we re par ve bikim. Nameya têra xwe dirêj, bi tirkî lê bi zimanekî edebî ya sitî Sennur Sezer ku di rojnameya Evrenselê de hatibû weşandin wisa destpê dikir:
‘’Xoşewîst Arjen Arî,
Çend roj in Destana Kawa û Azhî Dehaq dixwînim. Helbet tirkiya wê. Wergera ku Şener Ozmen ji Kurdî  kiriye tirkî. Carinan li Kurdiya wê jî dinerim. Di  ber xwe de dibêjim, ‘ev rist min wergerandibûya min ê çawa wergeranda’.
Xwendinên bi vê şêweyê meriv ferî tiştine din jî dikin. Wekî mînak, piştî xwendina vê dîwanê min zanî ku di pêşîya navê Dehaq de hevalnavê ‘Azhî’ heye. Wê gavê min ji xwe pirsî, ‘di dawiya kitêbê de ferhengokek hebûya, ne çêtir bû’?
Û name wisa berdewam dike: Beriya her tiştî ez te pîroz dikim. Ez te pîroz dikim, ji ber ku te destanake dêrîn, destaneke ku di nava gel de ji sed salan ve hatiye gotin û bihîstin, ji nû ve bi şêweyeke hemdem vegotiye.
Divê neyê ji bîr kirin; xebate wisa, beriya her tiştî xebateke zimanî, xebateke zimanekî bike zimanê wêjeyê ye.
Helbestkarên Kurd bi helbesta hevçerx a Kurdî,  bi helbesta ku ji desteka deng û newaya dengbêjiyê bêpahr û ji seqaya ayîni  a fereguhdaran mehrûm, ne hêsan e ku ‘perdeya fediyokî ’ a di navbera xwe û xwînerên nû de, zû zû bidin aliyekî.
Bi tayebetî, ji nû ve nivîsandina desteneke ku herkesî jiber kiribe, bi qasî hosteyiyê, wêrekiyê jî dixwaze.
Ez te pîroz dikim Arjen Arî’’…
Û name li dor dîwana ‘Destana Kawa û Azhî Dehaq a ku Weşanên Evrensel’ê Kurdî û tirkî çap kiribû didome.
Bi hêviya ku dîwanên şairên Kurd wergerin  72 zimanan; ez bi navê xwe û wêjaya Kurdî – bi taybetî helbesta Kurdî- bi sipasiyê re rêz û silavên xwe pêşkêşî stî Sennûr Sezer dikim.

***

Heftiya bihurî di vê quncikê de li ser bazara kesad a Kurdî min çeng lome lêkiribûn. ‘Lomeyên’ min bi qasî ku yê min bûn, lêvandinên her nivîskarî, her weşangerî, her Kurdîhezî bûn.
Di vê biwarê de di vê baweriyê de me; her nivîskar bi weşandina berhemekê an du berheman bi qasî qewet û taqeta xwe ‘zor’ê dide bazarê, da bazar piçekî biqeliqe, bileqe.
Li gorî hinekên reşbîn bazar ne tenê ‘kesad’e; tenekeya ving î vala ye.
Gotina Kurda ye, ‘destê betala li ser zikê vala’!
Gava bazar vala be, zik jî dê vala be.
Ev rewşa vala mala û malwêran bivê nevê dike ku nivîskar û  weşanger destên xwe bidin ber rûyê xwe, berê xwe bi jor ve bikin û li hêviya rehma Xwada(!) rawestin.
Rehma  Xwada pirr e, dibêjin
Pirr be jî rehma Xweda’yê rehman, ji hêla feqîrê zivistana sext bi ser de hatî wisa hatiye ravekirin: Xwedako, Xwedako… Tu karî vê newalê bi ka ko û di devê ga ko…Lê te nekiriye û tu na ko!
Baş e, gava ku Xweda neke ebd dê çi ke?
Wisa dixuye, ku evdên zimanên din ên mîna Elîf Şafak zend û bendên xwe badidin û dibêjin, ‘ez ê bikim, de tu jî neke’ û pê re Îskneder çap dike.
Îskander hê di çapxaneyê de – wekî nanê nû yê firina ku muşterî li devê derî di dorê de-  2 sed hezarî difiroşe.
Weşangerê ku haya wî ji rewşê’ Îskender’ê Elîf Şafak û ‘Îskender’ê  Hozan Dilpak heye, ji nîskarê ku dosya wî ya nû di binê çengan de,  vê dibêje: Ez dibêjim nêrî  ye, tu dibêjî bidoşe’?