Di vê çarçoveyê de seroka lîstê Necîbe Omer Ehmed, Hesen Salih Hesen û Xalid Ebdurehman Mistefa tevî kerwanek yê wesayîtan ji Hewlêrê çûn navçeya Şeqlawa û Herîrê ji gel xwestin dengê xwe bidin lîsteya 113. Kerwanê PÇDK’îyan kû d nav de namzeta Silêmaniyê Necîbe Omer û namzetên Hewlêrê Hesen Salih û Xalid Ebdurehman jî hebûn çûn navçeya Şeqlawa. PÇDK’îyan li bazara navçeyê li dikandar, restûrant, çayxane, ajokerên wesayîtan û li gel kart, poster, al û dawetname belav kirin. Namzetan di heman demê de lîsteya 113 û namzetên wê bi gelê Şeqlawa dan naskirin û ji wan xwestin dengên xwe bidin lîsteya 113 a PÇDK’ê. PÇDK’iyan heta mexreb li bazara Herîrê xebatên xwe yên propagandaya hilbijartinê meşandin û ji Herîrê derbasî Hewlerê bûn.

HEWLÊR