Hevserokên NAV-DEM’ê bi bîr xist ku hikumeta Eyaleta NRW hewl dide qanûneke nû ya polîsan derxîne û diyar kir, ji bo şermezarkirina vê yekê wê roja Şemiyê meşek bê lidarxistin. NAV-DEM’ê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.
Qanûna nû ya polîsan ku hewl tê dayin, bikeve meriyetê, rê li ber nerazîbûnan vekir. Hevserokên NAV-DEM’ê li ser Qanûna Wezîfeya Polîsan a nû ya NRW’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kirin ku nêzî 100 rêxistin wê li Dusseldorfê xwepêşandanekê li dar bixin û vê yekê şermezar bikin.
Hewla kontrolkirina mirovan e
Hevserokên NAV-DEM’ê diyar kirin ku bi qanûna bê derxistin re wê gelek erk radestî polîsan bên kirin û bêyî biryara dadgehê wê polîs karibin dest li mafên destûra bingehîn werdin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Erka kontrol û destwerdana li jiyana mirovan, li jiyana taybet, ji sala 1945’an û vir ve di vê astê de radestî kesî nehatibû kirin. Bi rêya vê yekê dixwazin Elmanyayê bi temamî bikin dewleteke polîsan û mirovan kontrol bikin.“
Destûra bombeyan jî didin polîsan
Li gorî qanûna ku tê plankirin, polîs wê ne tenê zû destwerdanê bikin, her wiha şopên DNA’yê yên ji rengê çerm, çav û por bi dest xistine karibin di dema lêpirsînê de bi kar bînin. Her wiha ê erk ji polîsan re bê dayin ku bombeyên destan û hin teqemniyên din jî bi kar bînin. Ji ber vê yekê, mîna li eyaletên din em li eyaleta NRW jî li ber Qanûna Polîsan a Nû ya NRW radibin.
100 rêxistin wê bicivin
Hevserokên NAV-DEM’ê bang li hikumeta Eyaleta NRW’ê kir ku vê pêşnûmeqanûnê neke qanûn û herî dawî got, “7’ê Tîrmehê wê nirxandinên dawî li ser qanûnê bên kirin. Wê rojê nêzî 100 rêxistin wê li hev bicivin û xwepêşandaneke mezin li dar bixin. Di serî de saziyên Kurd ên demokratîk, em bang li hemû aktîvîst, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên koçber, saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî, mirovên pêşverû, şoreşger, antî-faşîst û rêxistinên aştîxwaz ên Elman dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.” n DUSSELDORF