
YEKO ARDIL
Di çalakiya bêdem a rûniştinê ya li Strasbourgê de me 11 roj li pey xwe hiştin. Ev çalakiya ku ji bo Jiyan û Azadiya serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan dihête kirin, gelek mirovên penaber ên cihêreng yên ji welatên Ewrûpayê. Em bi roj li qadê, li ber bexçeyê Orangerie yê li kêleka Konseya Ewûpayê ne û bi şev jî diçin bajarê Lahrê. Li wir li cem malbatên welatparêz dihewin. Di nav wan malbatan de gelek Kurdên xwedî serpêhatiyên hêjayê guhdarîkirinê jî hene. Ya malbata Salihê Goyî jî yek ji wan e.
Oda mêvanan a Salihê Goyî weke dîwana Bohtiyan lêkirî û xemilandî ye. Li erdê doşek û mînderên neqiş neqiş raxistî ne. Li herdu goşeyan sûretên serok Ocalan hilawistî ne. Li aliyekî wêneyê Amîna Benek (Yekbûn), îhsan Benek (Piling), Hasan Kara (Welat) bi gotineke din wek komeleyeke Kurd a piçûk jî mirov dikare bi nav bike. Xwîşkeke me jî li çiya ye.
Sê bira û xwîşkeke Salihê Goyî şehîd in. Du birayên wî jî gazî ne, yek ji wan li kampa Mexmûrê ye û yê din jî heft sal zindanî bûye, niha jî li cem hevalan e.

Ji gundê Hîlala Qilavanê ye. Miletê wan bi pirranî li kampa Mexmûrê penaber in. Berê bê Elmanyayê li Rojhilatê Kuridistanê bûye, piştî girtina Serok Ocalan hatiye Elmanyayê. Dewleta Îranê piştî girtina Ocalan ew qebûl nekirine û hatine vir. Wiha li serpêhatiyên xwe dewam dike Salihê Goyî: “Gava serok hat girtin serhildaneke mezin li Rojhilat çêbû. Urmiye, Serdeşt, Mahabad, Bokan tevde rabûn ser piyan. Gava em di ber pîremêran re derbas dibûn hûr hûr digiriyan. Digotin, we bêserokatî neditiye, hûn nizanin ka çi derdekî giran e! Em baş pê dizanin. Wê demê, Çeqel Osman li wir bû. Dewleta Îranê telefonî kir, got, ji wan re bibêjin bila bisekinin. Wî serhildan da sekinandin. Du roj me nan nexwaribû, ez çûm malê ku Osman rûniştiye ser xwarinê û lê dide.”
Diviya em 200-300 hezar Kurd li vir bûna
Salih û Fatma ev 16 sal in li Elmanyayê ne. Salih lingê xwe emeliyat bûye û bi melûlî teqawît bûye. Pereyên ji dewletê distîne, têr nekin jî îdara wan dibe.
Gava Salih li gotinan germ dibe, em êdî nema dikarin pêşiyê lê bigirin û em jê re rê vedikin, kerem ke heval: “Kurdên Elmanyayê em bêruhiyet mayîn, çima? Lewre gerek e îro herî kêm 200- 300 hezar Kurd em li ber deriyê parlamena Ewrûpayê bûna.
Kanê rûhiyet?
Wek şexs, ew Kurdistana bê serok min hîç navê. Gerek e, em Kurd her malekê yên xwedan îman me her yek zarokekê xwe bida, lê berevacî dibe. Eger ev neslê nûh neçe nav rêxistinê, em ê çawa doza xwe dewam bikin?
Ez carna pirsa hind hevalan dikim, dibêjin ew heval nemane, şehîd in. Ez rûdinim, digirîm. Em di tengasî û şer de dibêjin, de herrinê! Em nabêjin de em biçinê!
Em dibêjin, bila ne perên me, ne kur û keçên me, ne jî mal û milkên me biçe, nexwe wê Kurdistan çawa çêbe? Na, bila yên xelkê biçin û ez jî lê binêrim.
Kes badilhewa welat nabexşîne mirovan. Eger pere di berîka te de hebe, tu dikarî biçî bazarê û pêdiviyên xwe bikirî.”
Ev çi bêdengî ye?
Em jî jê pirseke xwezayî dikin, baş e ji bo Kurdistanê ew çi dike?
Her roj diçe Strasbourgê serdana çalakgeran dike û wiha pê de diçe, Kurdên me yên Freiburgê pirr kar dikin û çi bikeve ser milên wan pêk tînin: “Em jî mêvanan xwedî dikin û wekî din jî ez tiştekî nakim, nikarim bikim.”
Babeta serok Ocalan ji xwe re xetên sor dibîne, dibêje: “Serok ji bo min! Ez wî ser Xwedê re dibînim, helbet ev ji bo min e, mêjî û ruhê min wisa ye. Kurdistan û Kurdîtî bê serok nayê hişê min û min navê.”
Berê hebû û PKK heye
Herçî Fatma Menek a li bajarê Kensiengenê ye, ew jî Goyî ye, Hilalî ye. Sala 1989´an zewiciye, zarokên wê nînin.
Dîroka hezkirin û hebandina Apo û evalan nizane, wiha dest pê dike: “Hêj ji zaroktiyê ve me heval nas kirine. Berê jî behsa Kurdên başûr û tevgerên wan dikirin. Malbatên me alîkariya wan dikir. Lê me çavên xwe bi PKK ê vekirin.
Destpêkê Gabar û Egîd jî dihatin cem me. Dihatin zozanên me. Gelek heval dihatin. 1992´yan em çûn Başûr li wir me gelek heval dîtin. Karasu, Karayilan û heval Cuma jî me dîtin.”
Şerê PDK´ê li dijî PKK´ê û zextên wê li koçberên ji Bakur jî ji bîra wê naçin, “PDK´ê avêt ser malên me û gelek ji me girtin. Bavê Gulistanê, Mehme Xalid ji qata sisêyan avêtin xwarê û şehîd kirin.
Sê çar malbatên me yên ji kevin de li wir, avêtin ser malên wan, pismamekî wan girtin, birin kuştin, cesedê wî avêtin çiyayê Spî. Gelek ji me koçber bûn, me pirr zehmetî dît.
Me gelek dîtin, du kurmamên min Welat û Hesen şehîd ketin. Hesen li Îranê şehîd ket, Welat jî li başûr. Du kurxalên min jî şehîd in. Teqrîben ji 20´an bêhtir şehîdên me yên nêzîk hene.”
Ew jî xwe wek Kurdekî xas dibîne, dibêje, “ezmanê me piçek giran e, lê eslî ye. Salih li Îranê hat girtin, salek di hepsê de ma. Piştre hevalan em hinartin vir. Gava em hatin, wek serxweşan li me hatibû. Li vir hevalan gelek alîkariya me kir.”
Wê jî mala xwe kiriye ya “hevalan“:
Em ti carî jî bê heval namînin. Mal mala wan e, wek baregeheke wan e. Me li mala bavê xwe jî ji wan acizî nekiriye, vêca em li vir aciz bibin!
Carekê fersenda dîtina serok çêdibe, lê naçe, naxwaze li hevalan bibe bar. Niha gelek poşman e, “xwezka ez çûbûma.”
Ew ji adetên deverên din ên Kurdistanê re carinan xerîb maye: “Gava me dît ku jin li ber mêran nanî naxwin, em ecêbmayî man. Piştî serok jinên din jî azad bûn. Milet azad bû. Serok û partiyê her tişt xweştir û baştir kir.”
Ji bo çalakiyên li Ewrûpayê jî Fatma Benek dibêje, “Heger ne ev çalakî, komele û sazî bin, em nînin. Em daxwazên xwe tînine ziman. Divê em jin li ber xwe bidin û pêşengiya mêran bikin. Ew serok ji her kesî pirrtir serokê jinan e. Jina bê serok ne azad e. Nihu jinek dikare bi saetan ji zilaman re biaxive û zilaman perwerde bike, lê beriya Serok ne wiha bû.”