Gulşah tevlîbûna xwe li nava refên têkoşîna azadiyê bi vî rengî vegot: „Bi pêvajoyê re min biryar dabû ku tevlî nava MLKP’ê bibim û biçim Rojava. Di heman demê depiştî teqîna 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê, ez hinekî li Kurdistanê mam. Ji ber ku gelê li wir gelekî mêvanperwer e, malbatan yek bi yek em dikirin mêvanê xwe. Bûyerên bi serê wan de hatin û berxwedana xwe ya li hemberî zexta dewletê, min hîn bêhtir nêzî PKK’ê kir.“


Dijderketina li sîstemê 

Destan Gulşah, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû cihê xwe di perwedeya şervanên nû de girt û got, „Cihê ku mirovên ji her rengî bi awayekî azad û wekhev lê bijîn, PKK ye. Di heman demê de weke jineke femînîst û vejetaryen, ji bo bibim parçeyek ji tevgera ekolojîk, li nava avahiyên heps nebim û li dijî sîstema ku xwezayê talan dike û wê weke malê xwe bi kar tîne, min berê xwe da çiyê. Û di 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê de, di nava şer de tevlî refên PKK’ê bûm.“

Gulşah anî ziman ku Kurdistan bi salane di nava şer û serhildanan de ye û ev bang li gelên Tirkiyeyê kir: „Bakurê Kurdistanê bi salane di nava şer de ye, dişewite û rabûye serhildanê. Desteka rojavayê welêt kêm e. Bi taybetî piştî teqîna dawî ya li Enqereyê, divê nêrîna ‘dewlet me diparêze, dewlet li cem me ye, heta ku em dest nedin dewletê, dewlet tiştekî bi me nake’ biterikîne û bibe parçeyek ji serhildana li Kurdistanê. Ji bo siberojên azad ez bang li jin û ciwanan dikim ku bibin parçeyek ji çiyayên azad.“


ANF/BEHDÎNAN