Şaredariyê ewil ji bo ku navên 5 guhdan bên guhertin serî li qaymemiyê da. Ligel ku 8 meh derbas bûye jî qaymeqamiyê hêj bersiv nedaye daxwaznameya şaredariyê. 

Hevşaredarê Qereçobanê Îrfan Sari nêzîkatiya qaymeqamiyê nirxand û got ku ev polîtîkaya mijulkirinê ye. Sari anî ziman ku piştî hilbijartinên 30’ê Adarê xwestine navên hin gundan biguherînin û wiha axivî: “Li gorî qanûnan divê pêşkêşî qaymeqamiyê bê kirin. Lê ligel ku ev 8 meh derbas bûye jî bersiv nedane me. Biryara ku e girtiye jî nehatiye erêkirin.” 

Sari da zanîn ku wan gelek caran ji qaymeqamiyê pirsa çima bersiv nayê dayîn kirine û bersiva ji Wezareta Karên Hundir li benda bersivîne didin wan û ev nêzîkatiya qaymeqamiyê mijulkirinê wêdetir tiştek nîne. Sarî destnîşan kir ku ev 8 meh in bersiv ji daxwaznameyên wan re nehatiye dayîn û ev yek pêkanîneke kêfî ye û wiha got: “Pêwîstî pirsikirina Wezareta Karên Hundir nîne. Bi vî rengî gelek nav hatin guhertin. Encame hate girtin. Li Erziromê polîtîkaya mijulkirinê heye ev li holê ye. Ligel vê yekê jî em ê bişopînin.” 


ERZIROM