Xizmetkarên tenduristiyê diyar kirin ku zarokên di nava duxana ser sergoyan de dijîn dê di salên pêş de pirsgirêkên giran bijîn. Xebatkarên tenduristiyê anîn ziman ku zarokên sergo kom dikin bi gefên nexweşiyên Hepatit B, tifo, sînuzit, astim û kezebê re rû bi rû ne.

Di salên 1990'an de li wekî gelek bajarên herêmê li Colemêrgê jî bi sedan gund hatin valakirin û hatin şewitandin. Welatiyên gundê wan hatin valakirin û şewitandin neçar man ku koçî bajarên derdorê û rojava bikin. Malbatên ku koçî Colemêrgê kirin, ji ber kar û bar bi dest naxin her ku diçe xizan dibin. Zarokên malbatên ku bi zorê koç kirine ji ber xizaniyê niha li ser navenda sergo ya 10 kîlometre dûrî bajar diçin berhemên hişk kom dikin û difiroşin. Zarokên ku ji serê sibê heta êvarî li ser navenda sergo bermahiyan kom dikin di qada tenduristiyê de rastî gefên mezin tên. Zarok li ser vê navenda sergo ya li ser Rêya Colemêrg û Çelê xurdeyan kom dikin û bi van berheman hewl didin debara malbatê bikin.   

Deh kilometre meş

Zarokê bi navê N.T. diyar kir ku ji bo debara malbatê bike neçare bixebite, lê ji ber ku kar bi dest naxe 14 salin li ser sergo berhem û xurdeyan kom dike û difiroşe. N.T. dazanîn ku ji ber vî karî dike şerm dike û hem di qada tenduristiyê de û hem jî di qada derûniyê de pir zahmetiyan dijî. N.T., anî ziman ku 14 salin li ser sergo berhemên xurde kom dike û hewl dide li malbatê binere û wiha got: "Li Colemêrgê kar û xebat tune. Ez her roj di nava vê qirêjî û bêhnê de pir zahmetiyên mezin dijîm. Hin caran em ji Colemêrgê 10 kilometre bi meş tên vir û xurdeyan kom dikin. Em pir zahmetiyan dijîn. Tu kesî derfetên kar neda me û em ji neçarî vî karî dikin."
Doktorê Malbatêyê Colemêrgê Dr. Ferhat Kara, jî anî ziman ku her rojê N.T. û wekî wî bi dehan zarok li ser sergo berheman kom dikin tenduristiya wan di bin talûkeyê de ye. Dr. Kara, anî ziman ku zarokên di nava duxana ser sergoyan de dijîn dê di salên pêş de pirsgirêkên giran bijîn û wiha got: "Zarokên bermayiyên sergo kom dikin bi gefên nexweşiyên Hepatit B, tifo, sînuzit, astim û kezebê re rû bi rû ne. Lazim e ev zarok bên parastin."

DÎHA/COLEMÊRG