
Hesen Zîrek sala1921´ê ji dayik bûye û sala 1972´yan jî jiyana xwe ji dest daye. Ew hunermend û helbestvanekî kurd e ji Rojhilatê Kurdistanê. *
Hesen Zîrek sala 1921’ê li gundê Hermêle yê ser bi bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Bokanê ji dayik bû. Navê bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e. Zîrek du birayên wî hebûne. Navê birayekî wî Hemedemîn bûye ku wekî Mîne dihate bilêvkirin. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di dwanzdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li ba xanan dibe meyter.
Piştî demekê îcar serê xwe hildide û bi çolê dikeve û diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabihure ku li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: “Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye.” Lewre dest ji wî karî dikêşe û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe berdestê şofêrekî. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û di encama vê qezayê de ew ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.
Jiyaneke hunerî bi radyoyê dest pê kir
Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje Başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta bi Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike.
Zîrek sala 1953’yan bi alîkariya Neşet Ebdûrehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike.
Radyoya Tehranê û Mîdya Xanim
Ew bi qederê pênc salan li beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê dixebite. Sala 1958’an jî biryarê dide, Iraqê bi cih dihêle û vedigere Rojhiltê Kurdistanê, bajarê xwe Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê û li beşa Kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: “Baş tê bîra min sala 1958’an dema ku ez li mala bavê xwe keç bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya Kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi Kurdî de jineke Kurd jî qise bikira. Ez bi xwe Kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû. Piştî dawetê, wan Zîrek şand Radyoya Kirmanşanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin.”
Çayxaneya Hesen Zîrek
Hesen Zîrek di sala 1966’an de pirtûkeke bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê ji Kirmanşanê notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê belavkirin.
Zîrek sala 1967’an diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê sitranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.
Di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Bane li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û dixebite. Hingê bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş û zehmet derbas dikin. Zîrek di kaseteke li Kanî Mela Ehmedê tomar kirî de dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke nexweş heye. Eger hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ka ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”
Koça dawî li Mehabadê
Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: “Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Doktor ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.”
Hesen Zîrek roja 28 Hezîrana (li gorî hin çavkaniyan 26´ê Hezîranê e û li gorî hinekên din jî 24´ê Hezîrana) sala 1972’yan koça dawî kir, xatirê xwe ji vê dinya gewrik xwest û dengê xwe yê xweş ji me re bi cih hêla. Di dema mirina wî de Mîdya û zarokên wî û Rabîe li balê bûne. Berî ku bimire ji melayê Bokanê re gotibû, gava ez mirim, min li Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li ser kêla li ser singê wî wiha dinivîse:
Zîrek zor kird xizmetî huner Jînit le pênaw huner birde ser Rojgarit satê be bêxem nebû Belam le huner hîçit kem nebû. n NAVENDA NÛÇEYAN
Marşa Newrozê *

Yek ji navdartirîn stranên Hesen Zîrek jî strana wî ya rastî marşa wî ya ji bo Newrozê ye ku ji bilî wî jî bi dehan kesan gotiye û veguheriye marşeke neteweyî ji bo cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê. Mamoteyê mezin û helbestanvanê nemir Pîremêrd jî gotinên wê nivîsandine.
Ferhengem rojî salî tazeye, newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Ewa rojeelat, le bendenî berzî wilatewe
Rencî gule û gezîze şefeq şewq edatewe
Ewa rojeelat, le bendenî berzî wilatewe
Xuwênî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Em rojî salî tazeye, newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî û behatewe
Çend sal gulî hîuway ême bê ber bû taku par
Ta şehenşa lutfî fermû heq legel cûtiyar u kirêkar
Çend sal gulî hîuway ême bê ber bû taku par
Her xuwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye newroze hatewe
Cejnêkî konî kurde bexoşî u behatewe
* Gotin ên Mamosteyê mezin Pîremêrd in.
* Pirraniya agahî û zanyariyên li ser babetê ji ber Kovara Sirwe, hejmara 139´an hatine girtin.