"Berf dibare
beriya tu bêjî "No pasaran"
û li ber deriyê Madrîdê rawestê jî
bawer dikim hebûyî
Tu kî bûyî, ji kû hatî, te çi dikir?"


Rêzikên li jor yên Nazim Hikmet Ran in. Piştî şerê navxweyî yê Spanyayê yê ku bi êrîşa hêzên Frankoyê faşîst ên li dij Eniya Gel a bi hibijartinê hate desiladariyê dest pê kir ev helbest ji bo dildarê ku beşdarî şer bûn, nivîsandiye. Di wî şerî de ku sê salan dom kir, li gorî texmînan qederê 32-34 hezar dildar ji bo ku li dijî neteweperestên  Almanyaya Nazî û Îtalyaya faşîst ve destek dida wan, şer bikin çûbûn Spanyayê.
Di vî şerî de mînakeke girîng a hevkariya şoreşgerî hat nîşandan û di bin navê Tugayên Navneteweyî de van dildaran îmzeya xwe avête bin gelek serkeftinên mezin. Pirraniya wan beriya şer bi dawî bibe bûn welatiyê Spanyayê û di nava artêşê de cihê xwe girtin. Tevî ku daneyên ji sedî sed misoger tune ne jî li gorî texmînan ji 55 welatan mirovên dildar beşdarî Tugayên Navneteweyî bûn, ji van 10 hezaran jiyana xwe ji dest da û 8 ta 9 hezar dildar jî birîndar bûn.
Ji 55 welatên cuda 34 hezar dildar, beyî ziman, çand û heta navê wan jî bizanibin mil bi mil bi mirovan re li welatekî cuda şerê azadiyê meşandin. Nivîskar, rewşenbîr û hunermend jî di nav de fermandarên ku di artêşên cuda de şer kiribûn, anarşîst, şoreşgerên profesyonel û heta maceraperest jî di nav de 34 hezar şervan.
Bêgûman hevqas dildar ne tenê bi înîsiyatîf û hewldana xwe beşdar bûnun. Li gelek welatan partiyên komûnist ji bo dildaran seferber bûbû. Dem dema ku nerîna sosyalîstî û hestên şoreşgerî gihiştibûn lutkeya herî jor. Di demeke ku kapîtalîzmê û netew-dewletên faşîst bi şerên xwe cîhan dorpêç kiribûn, ji bo demokrasî, aştî, jiyan û ramana sosyalîst li ser rûyê erdê pêl bide derfeta têkoşînê jî afirî bû.
Kî bûn, ji kû hatibûn, beriya werin çi dikirin pir ne girîng bû. Armanca bi tenê li dij faşîzma hevgirtî û bihêz bûbû slogana, "no pasaran" ("derbasbûn tune ye") bûbû qîrîn. Armanc şerê ji bo vê yekê bû. Piştî wê, yanî dema deshilatdarî bidest xistibûn faşîstan bi gotina, "me derbas kir" serkeftina xwe ragihandibû. Ev îlan bi xwe jî radixe ber çavan ku Tugayên Navneteweyî û rihê ku ev hêz afirandî ne hatibû fêm kirin.

Piştî 75 salan bi heman ruhî

Piştî 75 salan heman ruh, li derdora heman sloganê vê carê li Rojava xwe dide der. Li dij mejiyên tarî yên dixwazin cîhanê dorpêç bikin, li dijî hilgirên alên reş bi hemû rengên alên mîna qozeqerê bersivê didin.  Rojava îro careke din bang li mirovên ji netewe û bîrdoziyên cuda dike da ku li derdora armanceke hevbeş mil bi mil têbikoşin. Dildarên ku dixwazin li dijî faşîzm û hovîtiyê di nava têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê de cih bigirin ber bi Rojava û refên YPG'ê ve diherikin.

Beşdariyên ji Rojhilata Navîn

Gelê Ereb ku bi salan e li gel gelê Kurd li ser heman xakê dijî, tevî polîtîkayên partiyên Baasê yên nijatperest û helwestên provokatîf ên çeteyên DAIŞ'ê jî yekemîn neteweya cuda ye ku di nava refên YPG'ê de cih digire. Niha di nava YPG/YPJ'ê de zêdetirî 10 tabûrên ku ji ciwanên ereb pêk tên hene. 
Ereb ên bi YPG'ê re tevdigerin hedefa yekemîn a DAIŞ'ê ne. Di Tîrmeh a borî de çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke xwekujî li dijî noqteya ku tabura YPG'ê ya ji Ereban pêk tê perwerdeyê dibînê pêk anî, lê belê ev êrîşa ji bo çavtirsandinê ne gihişte armanca xwe. Piştî vê êrîşê hejmara ciwanên beşdarî YPG'ê bûn zêdetir bû.
YPG'ya ku li dijî êrîşan gelên Rojava diparêze, di heman demê de li dijî têgihiştina kevneperest a feodal a li Rojhilata Navîn jî bi roleke girîng radibe. Beşdariya jinên Ereb a nava YPJ'ê mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Sara Cebîr a bi navê kod Roksan a ji Dêr'a Zorê bû yek ji keçên ciwan ê Ereb ku di destpêkê de beşdarî nava refê YPG'ê bû. Di şerekî li Helebê de beriya du salan jiyana xwe ji dest da û bû yekemîn ciwan û jina Ereb a di nava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest da.

Înternasyonalîstên ji Tirkiyeyê

Di nava refên YPG/YPJ'ê de hejmara şoreşgerên Tirk jî ne hindik e. Milîtanên ji rêxistinên şoreşger ên cuda bi zanyariya ku ew jî rengekî berxwedana Rojava ne tevdigerin û têdikoşin. Dîsa kesayetên girêdayî rêxistinên sosyalîst û şoreşger, mirovên ku baweriya komunîst diparêzin, dildarên Tirk ên bi tu rêxistinên siyasî re ne girêdayî ne jî li dijî hevkariya tarî hêzê didin têkoşîna gelan. 
Bi gotina Wî; "Li Sokeyê qaçax çavê xwe li jiyanê vekirin, Duisbûrgiyekê ji Tirkiyeyê, ji Clausbergê" Suphî Nejat Agirsanli (Paramaz) jî yek ji wan şoreşgeran bû. Paramaz ku di 5'ê Cotmeha 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da beriya derbasî Rojava bibe di nameya nivîsandî de çûyîna xwe bi gotina, rêwîtiyeke "ji bo bi tu awayî mezin nebe" binav dike. Ji rêxistin û înîsiyatîfên cuda bi dehan şoreşger ên Tirkiyeyî li Cizîrê, Kobanê û Şengalê li dij çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Ji gelên Rojhilata Navîn ên cuda beşdariyên takekesî hene. Ji bilî Tirk, Ereb, Çeçen, Asûrî/Suryaniyan, dildarên Fers û Efxan jî di nava refên YPG'ê de cihê xwe digirin.

Tevneke ji gelan: Suryanî û Çeçen
Ciwanên Suryanî/Asûrî ku ji gelê qedîm ê Rojava ne jî bi destpêkê re cihê xwe di nava YPG'ê de girtin. Wan hem xwe birêxistin kir ji bo paraztina civaka xwe û hem jî di nava Şoreşa Rojava de cihê xwe girt. Ji bo li Rojava herêmên lê dijîn biparêzin hêzên asayişê yên bi navê "Sutoro" ava kirin û li aliyê din bi yekîneyên tabûrî di nava YPG'ê de rêxistinkirî ne. Mîna Ereban Asûrî/Suryanî tevî mîna tabûrên xweser di nava YPG'ê de rêxistinkirî ne jî beşdariyên takekesî yên nava YPG'ê jî pir in. Yek ji wan Cako Qamişlo (Maykil Lîverkîs) bû ku di şerê Tebax a borî de li Hesekê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da. 

Çeçen ên li ser axa Rojava dijîn jî di nava gelên cuda yên di bin sîwana YPG'ê de xwe birêxistin kirî de cih digirin. Li gor cihê lê ne beşdariyên takekesî an jî mîna tabûrên xweser xwe rêxistin dikin. Çeçenên di nava YPG'ê de ji muqayesekirina wan a bi hemnijadê wan ên di nava DAIŞ'ê de cih digirin gelekî bêzar dibin. Fermandarê yekîneya Çeçen ji bo Rojava gotina, "welatê me yê duyemîn" bikar tîne û biryarbûna heta dawiyê parastina Rojava tînê ziman.


SÎNAN CÛDÎ/QAMIŞLO