Hunermendê Kurd Firat Îmîrza piştî albûma xwe ya “Nazlê” vê carê bi “Dilê” derket pêşberî muzîkhezên Kurdî. Îmîrzayê ku bi devoka Mereşê stranên xwe dibêje, stran û folklora herêma Mereşê diparêze.
MEHMET ZAHİT EKİNİ / HAMBURG
Piştî albûma xwe ’Nazle’, hunermendê Kurd ê ji Afşîn a Mereşê Firat Îmîrza bi albûma xwe ya nû ’Dilê’ li pêşberî muzîkhezan e. Îmîrza bi devoka xwe ya li derdorên gundên Kaşan ên Mereşê hem hewla parastina vê devokê dide hem jî a bipêşvebirina muzîka Kurdî dide.
Hunermend Îmîrza sala 1982’yan li Elmayayê ji dayik bûye. Lê belê dê û bavên wî ji Kurdên Mereşê ne û ji mêj ve Elmanyayê bi cih bûne.
Dapîr û bapîrê wî jê re vegotine
Îmîrza ji zaroktiya xwe ve bi sazê re dilebike. Ew îlhama xwe ji wan bîranîn digire ku dapîr û bapîrê wî jê re vegotine. Helbet ev bîranîn serboriyên wan ên li Kurdistanê û li ser jiyana gund in.
Pê re hema hema Kurdî jî mir
Îmîrza bi xweşî civatên bi mêvanan re bi bîr tîne û bi keser lê zêde dike ku piştî dapîra wî emrê xwedê kiriye êdî li mala wan hew kes bi Kurdî diaxive.
Ev albûma nû ya Îmîrza ji bilî newayên ji herêma Qaşan a Mereşê stranên bi Ermenkî û Tirkî jî di nav de 11 stranan dihewîne.Îmîrza diyar dike ku awaza strana Darmonka ji aliyê Sultan û Huto Güzel ve hatiye danîn. Û strana Cano jî ji bo diyarî gelê Ermen bike, dijene.
Îmîrza behsa strana Darmonka jî dike ku wan li gundê Ermanan Gundê Jorê yê li Mereşê qeyd kirine. Û tîne zimên ku ew gund gundê bavê Hrant Dînk ,ê hatî qetilkirin, e.
Ez bi sedan albûm çêkim jî
Li ser pirsa gelo ev deynê wefayê ye ji bo warê bav û kalên te hunermend dibêje: “Na, mirov nikare bi albûman ji bin vî deynî derkeve. Heke ez bi sedan albûm çêkim jî ez di wê baweriyê de me ku ezê her di bin wî deynî de bim. Kula dilê min ew e ku ez vê çanda li ber nemanê bigihînim nifşên siberojê. Ev weke di behrê de bûyîna dilopekê ye. Ji vê erdnîgariyê hey gidî çi hozan rabûn.“
Çavkanî ji Mereşê ye
Îmîrzayî diyar kir ku di nav pirraniya albûmên ku li Tirkiyeyê derdiçin de newayên ji Qaşanê hene û bi keser got: “Xebatên ji bo zindîhiştina çandê pirr girîng in. Çi li vir çi li welêt aşê asîmîlasyonê mirovan hûr dike. Hilberîna çandî li ber sekinandinê ye. Weke hunermendan çavkaniyên me hindik in. Ez ji klîbên li gundan hatî qeydkirin feydê digirim û xebatên xwe bi wan dimeşînim. Lê belê dawî dawî ev çavkanî hindik in. Li Qaşan’ê kesî êdî bi devoka herêmê dinivîse nemaye.“
Qesetên kevin arşîv dike
Îmîrzayê li Ewrûpayê bi saza xwe li çanda xwe xwedî derdikeve dibêje: “Mirov bi çanda xwe heye. Mixabin heta li welêt jî kesî mirov ji xwe re weke modeleke baş bigire nemaye. Ew dîwanên bi jin û mêrên dest bi saz êdî di rabirdûyê de man. Mesele ne derxistina CDyekê ye. Bedelê wê çi dibe bila bibe divê ev çanda qedîm were parastin. Heta ji min tê ez qestên kevin berhev dikim û wan weke dijîtal muhafize dikim. Peyv û muzîkên albûma Dilê ayidî Aşiq Meçhûlî ne. Hevjîna min di amadekirina herdu albûmên de alîkariya min kir.“