Şairê navdar ê Soraniyê Şêrko Bêkes piştî darvekirina Elemhulî û hevalên wê, şiirek li serê nivîsîbû. Serkan Birûsk jî ev helbesta hanê wergerandibû Kurmanciyê. Li jêr em beşekê ji vê helbestê bi we re parve dikin:

… Ma sêdaredaran karî Çiyayê Şaho bitirsînin?

Ma karîn golên Wan û Urmiyeyê bêdeng bikin?

Ma karîn çokê Pîremegrûnê bitewînin?

Ew tiştên ku heta niha sêdaredaran karîye, wan kiriye…

Timî berevajiya wê pêk hatiye: Karwanê me dirêjtir bûye…

Dengê me zelaltir û girseyiya me gelektir bûye!

Sêdaredar tirsiyane… Ji kurd tirsiyane…

Sêdaredar reviyan û em her man.

Komara Sêdaredanan a Îslamî ya Îranê pîr pîr bûye

Lê baweriya me her germ e…

Ji serê sibehê ve… Kolana herî mezin a Sine

bû bi Ferzadê Kemanger…

Ji serê vê sibehê de … Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû bi Şîrîna Elemhulî…

Di zeraqa serê vê sibehê de… Hemû ew zarokên ji dayik bûne

Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!

De fermo Sine li sêdarê bidin?!

Serê Mehabadê bibirin…

De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!?

De fermo

Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û

Nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pê ve, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me

Ji îro û pê ve çi helbestên min hene, ez ê wan bikim bi

Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî…

Ji niha û pê ve ez tayek ji porê wê me…

Ji niha û pê ve

Ez neynûka tiliya wê me…

Ji niha û pê ve ez dibim ew cote pêlavên

Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û

Ji niha û pê ve, ez ew bazinê bi cî mayî yê destê

Şîrîna Elemhulî me…

Komara Îslamî ya sêdaran

Çi li sêdareyan neda, ji xewnê heta helbestê û

Ji helbestê hata jinê û ji jinê heta nan,

av û gul û kaniyan

Ya ku

Komara Îslamî ya sêdaran

nikare bi ti awayî li sêdarê bide

Ayinde û azadî ye…