MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF/HELSÎNKÎ

Destûra Weşanxaneya Kiaus a ku lê eşkere bû ku bi rêxistinên nijadperest re têkiliya wê heye, wê neyê dayîn ku beşdarî Fuara Pirtûkan a li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bibe. Fuar wê ji 26 ta 28’ê Cotmehê bi rê ve biçe.

Piştî ku derkete holê têkiliyên wê bi kovara nijadperest re hene, destûra Weşanxaneya Kiausê ya tevlîbûna Fuara Pirtûkan, hate betalkirin.

Şefê Fuarê, Ronja Salmî got, weşanxaneya navborî li dijî nirxê fuarê ye û got, “Fuara Pirtûkan şaşiyek kir. Diviya destûr nedaya ku weşanxane beşdarî fuarê bibe.”

Salmî diyar kir ku piştî ku ew hatine hişyarkirin, wan li pirtûk û kovarên weşanxaneyê nihêriye, kovara Sarastus li dijî nirxên mirovên din e yên ku wê beşdarî fuarê bibin, û got, “Em destekê nadin aktorên bi ramanên wiha.”

Şefê redaktor ê Sarastûsê, Hannîkanîen 2015’an li ser hesabê xwe yê Facebookê dijûn li rêvebererên jin ên du federasyonên jin kiribû, ku van federasyonan mafê jinan diparast, li dijî tundî û zexta li dijî jinan.