Koma nivîskaran çûn serdana Dêra Nastûriyan ya li Kursînê. Piştî lêkolîna wan ya li vir, Zarakoglu û yên pêre derketin ser Zozana Spîxanê. Her dû nivîskarên ku li heremê geriyan, ji ber bedewiya xwezayê matmayî bûn. Zarakoglu, li vir hêstên xwe anî ziman û wiha axivî: "Av der, wekî derguşa mirovahiyê ne. Li vir em bêhna azadiyê digirin. Bi rastî mirov baş dibîne ev war û mirovên vê derê çewa azad bûne. Xwezaya Colemêrgê gelek bedewe. Lê mixabin li vir gelek êş hatin kişandin. Êdî dema azadiya welat hatiye. Ez vê gelek baş hîs dikim."
HAMZA GUNDUZ/DÎHA/COLEMÊRG