Rênas Mîran Kurdekî li Elmanyayê ye ku projeya wî ya muzîkê ya bi navê Kurdish House Project, fenomeneke nû ye di çanda Kurdî de, hewl dide cureyekî nû yê muzîkê ango cureyê elektronîk li Kurdistanê belav bike.
Rênas Mîran ê 33 salî dibêje, “House music dike ku mirov şahiyê bikin, dike ku mirov xwe baş his bikin. Di nava sê salên bihurê de Rênas ê li Hewlêrê ji dayik bûyî, bi gelek şêwezarên Kurdî muzîk kir da ku bigihîje bêhtir Kurdan.
Ew dibêje,“elaqeya ti kesî ji vî rengê muzîkê re nebû. Gelekî nû bû. Belavkeran nedixwest pereyan li vî karî razînin.” Wî bi bîr xist ku albûma wî ya yekem piştî xebata wî ya pêşî ya li ser strana bi Kirmanckî “Weyvê” bi çar salan derketiye.
Mîran dibêje ew îlhama xwe ji rehên Kurdewarî yê dengbêjî û muzîka gelêrî ya Kurdî digire. Ew awayê strangotina Kurdî ya ji rêûresmê bi muzîka kluban a modern li hev tîne: “Ez hewl didim tiştekî nû biceribînim. Pirr pere halê hazir nînin. Berevajî vê, ez bi xwe gelek pere lê radizînim.”
Aşiqê dengbêjiyê
Rênas Mîran eşqa xwe ya ji dengbêjiyê re jî wiha vedibêje, “Ez aşiqê muzîka dengbêjiyê me. Ez li maleke muzîkî mezin bûm. Hingê ez fêrî keboard û mekîna rîtmê bûm. Li Kurdistanê bavê min ji kar vedigeriya û li malê jî prova dikirin. Min ti carî nedihişt ku ew bêyî min provaya xwe bike. Ez muzîkê dikim ji ber ku ez hez jê dikim û ne ji bo ku ez dixwazim tesîrê li mirovên din bikim. Ti tişt nagihîje şêwazê dengbêjiyê, heger em behsa hestan bikin. Ew xwe yekser berdide nava dilî.”
Halê hazir Rênas Mîran pê mijûl e ku albûmeke ji 14 stranan a amade bûyî biweşîne.
Ji bo projeya xwe jî dibêje: “Kurdish house music hîna zarokeke divê bê xwedîkirin. Ez dixwazim wê weke diyariyekê bidim gelê xwe.”
NAVENDA NÛÇEYAN