
Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê ji sala 2012'an de heta şerê Kobanê her tim kar û xebatên xwe yên çand û hunerê meşandin.
Piştî çeteyên DAIŞ'e di Îlona 2014'an de bi tanq û topan êrîşî Kobanê kir neçar man xebaten xwe rawestîne. Pîştî Kobanê rizgar bû xebatên xweyên nîvco mabûn bi dirûşmeya "Ji nû ve avakirina jiyanê" dan destpêkirin. Berpisyarê Navenda Çand û Hunera Kantona Kobanê Sîpan Xelat diyar kir ku ji ber li Kobanê şerekî dijwar hebû wan kar û xebatên xwe dabûn sekinandin. Xelat got hem ji bo avakirina Kobanê, hem jî ji bo çand û hunerê xebat dimeşînin.
'Gelek şargirtên me şehîd ketin'
Sîpan Xelat bilêv kir ku wek xebatkarên Navenda Çand û Hunera Baqî Xido jî bi dirûşmeya "Ji nû ve avakirina jiyanê" ew ê xebatên xwe bimeşînîn û wiha axivî: "Piştî rizgarkirina Kobanê me dest bi xebatên xwe kirin lê mixabin çeteyên dagirker û zilmkar disa rûye xwe yê qirêj nîşan dan û bi sedan sivîl qetilkirin. Piştî vê komkujiyê me disa navber da xebatên xwe. Di vê komkujiyê de gelek şagirtên me şehîd ketin. Em bang hemû welatiyên Kobanê dikin ku bila hemû ciwanên me werin navenda me û di xebatên çand, huner û zimanê xwe de cih bigirin û xwedî lê derbikevin. Perwerdeyê me jî di nava van rojan de dest pê dike û niha jî hemû amadekariyên me jî temam bûne, em dibêjin ku em amadene ku hem ji bo Kobanê hem jî ji bo gelê xwe xîzmetê bikin û têbikoşin."
Rêvebera Koordînasyona Navendê Naciye Miso jî destnişan kir ku heta şer ket nava Kobanê jî dev ji welatê xwe û çanda xwe bernedan heta dawiyê ber xwe dan. Miso anî ziman ku dema şer di Kobanê de bû bi 6 hevalên xwe re xebatên xwe berdewam kirin û wiha got: "Dema van çeteyên hovane êrîşî me kirin me dizanî dê erîşî çanda me bikin. Bi vê komkujiya dawiyê dîsa jî xwestin çanda me qîr bikin. Lê heta em yek tenê jî bimînin em dev ji çand û hunera xwe bernadin. Ligel bêderfetiyê me disa dest bi xebatên xwe kir û nîha jî dî nava vê hefteyê de dê kursên me dest pê dikin. Em ê beşên xwe dîsa komî ser hev bikin û em ê dest bî xebatên xwe bikin. Ji hêla amûran hinek kêmasiyê me hene. Em ê wan jî çareser bikin. Kursên erbanê, koroyê, dîlanê, gîtarê, tembûrê, bilûrê û şanê bikin. Em bang li endamên xwe dikin ku bila hemû endamên me werin tevlî hemlaya çandê bibin."
'Me xebatên xwe bi dizî dikirin'
Rêveberê Koordînasyonê Osman Elî jî anî ziman ku ev 14 salin li Kobanê xebatê çandê dimeşîne û wiha axivî: "Berê rejîma Baas nedihişt em karên xwe bikin. Her tim zext û zorderî lî ser me hebûn. Me xebatên xwe bi dizî dimeşandin. Em hertim dihatin binçavkirin û girtin. Lê me tu carî dev ji xebatên xwe bernedan. Dijmin çiqas di ser me de dihatin jî me ewqas xebatên xwe mezin kirin. Em mal bi mal digerin ji bo şagirtên xwe dîsa tevlî xebatên xwe bikin. Dive em xwedî li çanda, hunera, ziman û pêşeroja xwe xwedî derbikevin. Bila hemû ciwanên me werin navendê û dest bi xebatên xwe bikin."