Macît ê ku di beşa tîrevaniyê de li cîhan û Tirkiyeyê gelek xelat wergirtiye, dema li Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de bû, li gelek pêşbirkên navneteweyî nehat qebûlkirin. Macît anî ziman ku hînê ji destpêkê ve, ji ber Kurdbûyîna xwe rastî cihêkariyê hatiye. Derbarê çûyîna Kobanê jî Macît wiha got, "Ji bo min çûyîna Kobanê çûyîna bihuştê bû. Xwegihandina xwişk û birayên xwe yên li Kobanê li ber xwe didin, ji bo min mîna bihuştê bû. Lê belê paşî şervanên YPG'ê ji min xwestin ku vegerim. Min ji şervanên YPG/YPJ'ê re got, ku ji bo şewqa rojaniyê ya bi Kobanê re di çavê min de xwe da der, careke din venemire, dixwazim di nav YPG'ê de bimînim. Hevalên min ên şervan, ji ber astengdar im dudil bûn, lê min ew bi bawerî û biryardariya xwe qanih kir. "
Gelek ji min hez dikirin
Macît da zanîn ku destpêkê wî li qadên dûrî eniya şer di berxwedanê de cih digirt û got, "Piştre min li eniyên pêş cihê xwe girt. Dema topên hawanê li cihekî 15 metre dûrî min teqiya, hingî min bi rastî jî fêm kir ku di nava şer de me û cidiyeta berxwedanê baştir fêm kir. " Macît got: “Min motorsîkleta xwe emanetî hevalan kir û vegeriyam. Dema ez vegeriyam rêhevalekî min ê YPG'yî ji min re got, 'Kobanê wê têk neçe û dema tu vegeriya tuyê li motorsîkleta xwe siwar bibe û li van kolana bigere'. Ez ê van gotinên wî ti carî ji bîr nekim. Bi qasî ku min bihîst, motorsîkleta min çend caran ketiye destê DAIŞ'ê, lê her carê jî ji ber soza dan min hevalan motorsîkleta min ji destê wan xilas kirine. Dema min ev bihîst, gelekî hestyar bûm." Macît got, "Heta şer dewam bike, ez naçim Stenbolê çay û qehwê vexwim. ." Macît da xuyakirin ku bi rizgariya Kobanê re ew ê careke din biçe Kobanê û li ser Girê Miştenûrê ez ê jî gel şervanên Kobanê li dora agir govendê bigerînim. "
DIHA/RIHA