
Şahiya Hessit Merenê ango Hişyarbûna Xwezayê ji mêj ve weke rêûresmeke gelên suryanî û ereb ên Mêrdînê tê nasîn, lê belê 12'ê îlona 1980'ê bi darbeya eskerî hatibû qedexekirin, bi organîzasyona Şaredariya Artuklu îsal cejn ji nû ve li dar e. Şahiya Hessit Merenê bi meşa li kolana 1’emîn a navenda Mêrdînê bi merasîma meşa hespên rewan û meşa girseyî dest pê kir. Di merasîmê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan, endamên komîsyona Hessit Merenê, rêveberên HDP, DBP, nûnerên saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Merasîmê ji Deriyê Amedê dest pê kir û heta Qada Cumhuriyetê dewam kir. Beriya merasîma meşa hespên rewan, koma erbanê û trêna aştiyê jî tevlî merasîmê bûn û dîmenên rengîn derketin holê.
‘Em ê vê şahiyê mayînde bikin’
Meş li Qada Cumhuriyetê bi dawî bû û li vir axaftin hatin kirin. Di merasîmê de ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û bi bîr xist ku şahiya Hessit Merenê bi salan e bi hev re hatiye pîrozkirin. Turk got ku ev şahî tê wateya şiyarbûna xwezayê. Turk da zanîn ku dîsa ji nû ve şahiya Hessit Merenê ji bo ku bi gelên xwe yên Mêrdînê bidin qezençkirin ji bo ku her sal di çarçoveya mîhrîcanê de were pîrozkirin çi ji destên wan were ew ê bikin û wiha peyivî: “Em ê vê şahiyê mayînde bikin da ku ji her devera Tirkiyeyê beşdarî çêbe. Ez vê şahiyê li hemû gelan pîroz dikim.”
Piştî Turk, Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan jî axivî û destnîşan kir ku şahiya Hessit Merenê ji darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ve heta niha nehatiye pîrozkirin. Bozan got, ji ber ku cihê şahî lê dihat pîroz kirin leşkeriyê dagirkiriye heta niha nehatiye pîrozkirin. Bozan diyar kir ku dê ji îsal şûnde şahiyê wek bernameyeke dewlemend a mîhrîcanê pîroz bikin.
Piştî axaftinan li Qada Cumhuriyetê şîraniya Zerde ya ku wek çanda Mêrdînê tê nasîn li welatiyan hate belavkirin.
Şahiya Hessit Merenê piştî bi 35 salan doh li parka Kamorê saet 10.00’an dest pê kir û dîmenîn rengîn derketin holê.
MÊRDÎN