Skeçên koma şano ya Ehmedê Xanê “Karê bê kara” ku di televizyona Kurdî ya ewil MED TV de hatibû weşandin û li gorî dema xwe peyamên siyasî, civakî û çandî dida ku hê jî di bîra gelê Kurd de ne. Di 24.  Festîvala Çanda Kurdî ya Nevnetewî de ku di 3´yê Îlonê Kolnê tê lidarxistin de şano û rêzefilmên vê komê, bi şeklê çar DVD´yan piştî 20 salan ji nû ve derdikeve pêşberî gel. Endamên komê ku ev demeke li ser vê xabatê dixebitin ragihandin ku ew ê hatinên ji firotina van DVD’yan ji gelê Şengalê û mexdûrên terora dewletê yên herêmên berxwedana Xwerêbereyê re bê şandin. 


Li gel kenandinê pêyamên siyasî û çandî  

Di warê televizyongeriyê de MED TV delaliya gelê Kurd e, di bîra Kurdên welatparêz de, ji destpêkê heta qedexekirina wê xwedî cihekî taybet e. Ji bo gelê Kurd MED TV ji kanele zêdetir parçekî hebûn û nebûna têkoşîna neteweyî bû. “Karê bê kara” jî di demên xwe de ji heft salî heta heftê salî, rûyê her kesî dikenand û dilê milletê xweş dikir. Skêç û rêzefilmên wekî “Qolinc”, “Qirix” li gel kenandinê pêyamên siyasî û çandî jî dida û hestên welatpareziyê xurt dikir. 

Her wiha ew bi zimanekî sade yê nava gel bi awayekî ji awayan bûn dengê şoreşa Bakurê Kurdistanê jî. Bandora kar û xebatên hunerî yên koma Ehmedê Xanê di nava Kurdên Bakurê Kurdistanê da hingî baş hat hiskirin ku li pey belavbûna her beşa rêze film an jî kurte şanoyên wan, DVD’yên wan xebatên hunerî roja piştre di nava xelkê de dest bi dest digeriyan. Wan bi kinc, diyalog û mijarên ku ji xwe re hildibijartin îspat kirin ku tevî dûrbûna ji axa Kurdistanê lê şehrezayî adet û orfên civaka xwe ne. Bi vî awayî ew bûn nûnerên çanda gelêrî û siyasî a civaka xwe jî.


Di warê dîtbarî de yekemîn bû

Yek ji şanogerên vî çaxî  û endamên komê hunermend Amele ji bo xebatên Koma Ehmedê Xanê û skeçên “Karê bê kara” wiha dipeyive: “Ma di nav vê xebata me re kî derbas nebû! Ji sînemager û şoreşger Xelîl Dag, bigire heya asîstanê Yilmaz Guney yê berê Ahmet Soner, û nivîskarên senaryoyê Jîr Dîlovan. Herî kêm 250 kesên lîstîkvan tê re derbas bû. Ev xebata me ya hanê piştî salên 80´î bêyî ku alîkarî cihekî bigire di medyayên Kurdî di warê dîtbarî de pêngava yekemîn bû. 

Em bawer dikin zarokên vê çaxê, ciwanên me, îxtiyarên me çaverêya van DVD’yên ku em derdixin, bûn. Zarok, ciwan, îxtiyar wê wan rojan ji nû ve bînin bîra xwe. “


Ji berxwedêran re wê bibe silavek

Her wiha hunermend Amele dibêje ku hatinên ji DVD´yan were, ev ê bişînin Sûr, CIzîr, Nisêbîn û Rojava û wiha dewam dike: “Bi rastî jî armanc ne madiyat e, jixwe eyb e ku mirov bêje ez ê alîkarî bişînim ji gelê xwe re, ji xwe erka me ye. Em dikarin bêjin ku wê ev xebatê me bibe silavek ji gel û herêmên berxwedêr re.     

Kesên ku dixwazin çar DVD*yên “Karê bê kara” bi dest bixin, dikarin roja festîvalê li Konê Reş a TEV-ÇANDê zîyaret bikin û xwe biginînin DVD´yan. 


Koma Ehmedê Xanê


Di Adara sala 1993’an koma şanoyê ya Ehmedê Xanê l Elmanya li bajarê Neuss dest bi karê xwe kir. Di bin sîwanê Akademiya Çand û Huner a Kurdî da gelek hunermend û xebatkarên qada çandê li hev kom bibûn. Hingî “Koma Ehmedê Xanê” yek ji wan komên herî bi liv û lebat bû. Kesên destpêkê ku xwedî fikirê damezirandina vê komê bûn. ev in: Amele, Dara Kutlay, Şirîn Alma, Remo Can, Gulperî Alma, Sîrac Yildiz, Dewran Agirî, Abdin Çorsanî, Kemal Gülten, Sedat, Nuredîn Şencan (Kalê Zerdeşt ), Mehtap, Gunul, Haluk û Rohat Nihat Mert, Seyid Îbo. Omer Farqînî, Şivan Buldan, Dilşad Buldan.

Wan karîn di salên 1995’an û şûnde bi karên şanoyî û bi kurte skêçan bala hunerhezan bikişînin ser xwe. Karê wan yên yêkê “Kenê Reş“ û karê duyê jî “Karê bê kara” bû. Komê bi xebatên wiha giranbûha re û elbet bi rêya MED TV karî deng û rengê xwe bigihîne milyonan kesan. Peyamên wan piranî li dora şiyarkirina xelkê, bilindkirina asta rewşenbîriya civakî û xwedî cewherekî siyasî û Kurdîniyê bûn. Karê herî balkêş û dîrokî yê Koma Ehmedê Xanê rêze fimla komedî a binavê “Karê bê kara” bû ku tê da peyamên girîng ên şiyariya civakî-siyasî hebûn. Wan di xebata xwe da carna li dijî sîstema cahşitiyê kar û xebat dikirin, carna jî li ser guherandinên civakî û rolê jin û keçên Kurd li Kurdistanê peyamên girîng belavî nava raya giştî a Kurd dikirin.


NAVENDA NÛÇEYAN