Ji nû ve Serî Hilde
Komalên Ciwan civîna xwe ya rêveberiyê li dar xist. Di civînê de li gel biryarên girîng, ji bo berxwedanê bang hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan, civîna rêveberiyê di navbera 6-9’ê Gulanê de bi rengekî ‘serketî’ hatiye kirin.
Di encamnameya civînê de hate gotin, “Di civîna xwe de ku me di meha şehîdan meha Gulanê de kir, pirsgirêkên pêşengiyê yên tevgera ciwanên Apoyî û wezîfeyên wê me nirxandin û ji bo pêşengiya pêvajoya nû ya têkoşînê biryarên girîng girtin.”
Koordînasyona Komalên Ciwan îşaret bi berxwedana dîrokî ya Efrînê kir û destnîşan kir ku di şexsê Şoreş Gabar û Navdar Serhed de wan civîn diyarî şehîdên berxwedana serdemê ya Efrînê kiriye.
Yekane rê berxwedan e
Di encamnameyê de hate gotin, faşîzm gefê li her bihosteke axa Kurdistanê dixwe û bi vî rengî dewam kir: “Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tinekirina gelê Kurd weke sedema hebûna xwe dibîne, lewma bi barbarî êriş dike. Li dijî faşîzma ku bi her rê û rêbazê dixwaze jin û ciwanan bitirsîne, yekane rê berxwedan e. Ev berxwedan roj bi roj bi gavên mezin xurttir dibe. Civîna me armancên ji bo hilweşandina faşîzmê danine pêşiya xwe û di vê mijarê de biryardariyeke xurt nîşan daye.”
Qonaxa duyemîn a pêngava Serî Hilde
Li gorî danezanê çend ji biryarên di civînê de hatine girtin, wiha ne:
- Hemû karên me wê li ser bingeha parçekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiyê bên kirin.
- Ji bo azadiya Efrînê, hemû ciwanên Kurdistanê wê sewqî têkoşînê bê kirin.
- Qonaxa duyemîn a pêngava SERÎ HILDE wê bê destpêkirin.
- Ji bo hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên şer ên taybet, wê pêşengî ji avakirina blokeke antî-faşîst re bê kirin.
- Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di hilbijartinan de ji bo siyaseta demokratîk xurt bibe, ji bo ciwan di hilbijartinan de bi rola xwe rabin û siyaset ciwan bibe, wê kar bê kirin.
- Li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst a dûrxistina ciwanan ji koka xwe, hewl wê bê dayin da ku di nava ciwanan de hest û hişmendiya welatparêziyê bê xurtkirin.
- Boykotkirina malên rejîma faşîst a T.C wê bê destekkirin.
- Ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin.
- Ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê ya jinan, tevgera ciwanan û tevgera jinên ciwan wê di çarçoveya pêngava SERÎ HILDE de li dijî zêhniyeta serdest a mêr têkoşîneke radîkal bikin.
- ANF/BEHDÎNAN