Çenda hanê ji Weşanxaneya Nûbiharê 12 kîtêbên nû yên bi Kurdî derçûn, ji wan 10 pirtûkên zarokan, yek roman û yek jî lêkolîna folklorî ye.
Ev deh kîtêbên zarokan wekî ser bi navê “ Daristana Şêrîn” weşiyan. Kîtêbên zarokan bi xêzkirin û rengandinê hatiye amedekirin. Her wiha ji wan neh kîtêb rengîn û yek jî reşbelek e. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek jî hatine amadekirin.
Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe nivîsandine ango ne ku folklorîk û werger e.
Leheng ajal in
Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerdekirin. Di kîtêban de zarokan fêrî tiştên wekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din dibin. Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar demên salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din.
Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterê baş dibin rêber û mînak ji bo zarokan.
Kaniya Edebiyata Devkî: Stran
Kîtêba Kaniya Stranan berhevkirina stranan e û ji alî Yaşar Kaplan ve hatiye amadekirin. Di edebiyata Kurdî ya devkî de cûreyê ji hemiyan dewlemendtir, stran e. Peyva “stran” ji gotina “strîn”ê tê. Strîn ji bo gotinên birîtm û selîqe tê gotin. Dema em dibêjin stran, em di heman demê de behsa lawij, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hwd. dikin. Stranên Kurdî heta niha bi awayekî rêkûpêk nehatine vekolîn. Lewre jî ev xebat di wî warî de valahiyekê wê dagire. Stranên vê kitêbê, pêşî yeko yeko bi deng hatine qeydkirin, paşê jî li ser kaxezê hatine nivisîn. Nivîskar Yaşar Kaplan, jêderên vê xebatê kî ne, naveroka stranan çi ye, strana Kurdî çend birr e, her birr di nava xwe de dabeşî çend birran dibe tevan dibêje û ji aliyê formê ve strana Kurdî dinirxîne.
Eyneyek sosyolojîk: Belqitî
Di romana Belqitî de nivîskar Xurşîd Mîrzengî behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike. Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Her wekî qedexebûna zimanê Kurdî, zilma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariya.
Di romanê de dem dema qedexekirina şaşik, kum û kolosa ye û dema “şoreşa şewqê” ye. Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li bajarê Diyarbekirê dewam dike. Bi vî awayî roman hem behsa jiyana gundewarî û hem jî ya bajarvaniyê dike.
Belqitî, ji ber nezanên gundê xwe direve, diçe bajêr; li wir jî rastî zilma dewletê tê. Li hemberî vê zilmê çiqas diçe dibe fenek û koneyek wisa ku êdî nayê kontrolkirin. Li ber zor û zehmetîyên ku derdikevin pêşîya wî,ew serî natewîne.
NAVENDA SERVÎSA ÇANDÊ