5 kîtêbên Kurdî ji weşanên Nûbihar derçûn û gihiştin ber destê Kurdîhezan. Kîtêba “Gilî û gazinên evîndaran-Ji kelepora Kurmancên Îranê” ya Ebdulkerîm Surûş xebateke folklorîk e ku ji zargotina Kurmancî ya Rojhilatê Kurdistanê pêk tê. Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav li pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û berhema xwe pêk aniye.

Nivîskar her wiha li ser herêmên Kurmanc-nişîn jî agahiyên tarîxî raberî xwendevanan dike; wekî kîjan eşîr li ku dijî, meşhûrên wan kî ne, kok û hoza wan ji ku tên û hwd…

Nameyên Rilke bi Kurdî 

Di edebiyata modern a cîhanê de şaîrê Elman Rainer Maria Rilke navekî naskirî ye. Rilke ne tenê di kanona edebiyata Elmanî de cihê xwe girtiye, ew her wiha di nava kanona şiîra cîhanê de jî xwediyê roleke bilind û bala ye.
Di vê kitêba hanê de Rilke di deh nameyan de fikr û ramanên xwe yên der heqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê de tîne ziman. Ne tenê naveroka nameyan, her wiha awayê xweîfadekirina şaîr jî rêyekê ji xwendevanên wî re vedike. Her nameyek ceribandineke felsefîk e.
Belê, wekî amadekarê kitêbê Franz Xaver Kappus gotiye: “û gava li cihekî, yekî mezin û tekane qise dike, divê yên biçûk bê deng bin.”

Mela Mehmûdê Bazidî û Adar û Rusûmatnameyê Ekradiye

Di vê xebatê de bi giştî li ser Mela Mehmûdê Bazîdî, berhemên wî, hevkariya wî ya ligel Kurdolog August Jaba û bi taybetî jî ‘Adat û Rusûmatnameê Tewayifê Ekradiyeyê hatiye sekinîn û hemû nusxeyên wê kitêbê ji alî Murad Celalî ve hatine muqayesekirin. Bazîdî ev berhema xwe di navbera salên 1858-1859´an de nivîsiye, bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin.

Adat û Rusûmatname, hem ji ber mijara xwe -ku adet, bawerî, xûy, kevneşopî, xwarin, vexwarin, rabûn û rûniştin bi kurtasî hemû jiyana rojane ya Kurdan di xwe de dihewîne- pir giranbiha ye, hem jî di babeta xwe de serekaniyeke tekane ye. Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî û etnolojiya wan berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Jixwe ji pirtûkên Bazîdî ya musteqil û serbixwe ev xebat e. Ango ev xebata wî, ya herî orijînal e. Lewra nivîskar bêyî xwe bispêre jêdereke nivîskî, der heqê jiyana Kurdan de -bi taybetî yên koçer- bi kurtasî lê têrûtijî agahiyan dide û wan nasandin.

Kitêba “Siyabend û Xecê” û “Kerr û Kulik” ya Ahmet Aras

Kitêba Siyabend û Xecê û Kerr û Kulik jî bi amadekariya Ahmed Aras ji weşanên Nûbihar derçûn. Her du destanên Kurdî bi amedakariya nivîskar û lêkolînerê Kurd Ahmet Aras çap bûn. Ahmet Aras ê ku li ser folklora Kurdî lêkolîn û xebatên girîng kirine, bi kitêba xwe ya “Şaîrê efsanewî yê Kurda- Evdalê Zeynikê” tê nasîn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN