Li gorî kanala Dunya ya piştgiriya rejîma Esed dike di hevpeyvîneke bi Esed re hin daxuyaniyên balkş dane. Esed di vê hevpeyvîna xwe de behsa şerê heyî kiriye û gotiye di pratîkê de artêşa me serdeste û tenê hin dem divê ku artêşa me serweriya xwe li ser hemû axa welat bike û wan komên çekdar ji welat derxîne. Her wiha Esed derbarê kesên ku ji rejîmê veqetyane jîg ot ku ev meseleya paqijkirina dewletê ye, li gorî Esed kesên ku veqetyane ji xwe gemara di nava dewletê debûn.
Li gorî daxuyaniyên muxalefeta çekdar û fermandarên artêşa azad wan li Idlibê 10 helîkopterên şer ên artêşa Sûriyê anîne xwar. Fermandarekî artêşa azad ji BBC re ev agahî ragihand û got ku wan êrîşî gelek cihên leşkerî ên artêşê kirine. Di heman demê artêşa dewletê j îli derdora Şamê operasyonên berfireh dan destpêkirin û şerê dijwar bi muxalefeta çekdar re dimeşîne.
Li gorî berdevka Neteweyên Yekbûyî ya berpirsiyariya penaberan Mîlîsiya Filîmîng hejmara penaberên kampa Zaterî ya Urdunê her ku diçe zêde dibe. Li gorî heman çavkaniyê di heftiya dawî de derdora 10 hezar kesên din koçî vê kampê kirine.
Filîmîng da xuyakirin ku dibe ev tenê destpêkek be ji bo koçberiya ji Sûriyeyê ji ber ku her şerên di navbera artêşa dewletê û ya azad dijwartir dibe hejmara kesên ku koç dibin jî zêdetir dibe.
Li gorî hejmarên fermî ên Neteweyên Yekbûyî hejmara penaberên Sûriyeyê gihaye 214 hezaran piraniya wan koçî welatên cîran ên wekî Tirkiye, Urdun, Libnan û Iraqê kirine.
Teqîna li Şamê
Ji aliyekî din ve dîsa teqîneke mezin li derdora Şam êli bajarê Cirmana pêk hat. Li gorî agahiyan teqîn roja sêşemê bi wesayiteke bombebarkirî pêk hatiye û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên çapemeniya dewletê ew teqîn li nêzî goristanekê di dema merasîmê cenazeyê 2 kesên di teqînên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn pêk hatiye.
Piştî vê bûyerê hêzên dewletê operasyoneke berfireh li bajarê Cirmana û gundên derdora Şamê da destpêkirin û gelek dever bi tank û topan hatin topebarankirin. Li gorî çavkaniyên muxalefetê ev roj jî wekî yên berî xwe bi xwîn derbas bûye û derdora 190 kesan li deverên cuda ên Sûriyeyê hatine kuştin.
Daxuyaniya şer
Ji aliyekî din ve piştî ku cîgirê serokdewletê Sûriyeyê Farûq el Şeri demeke dirêj winda bû, derkete pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek da. Farûq el şeri da xuyakirin kut iştê herî lezgîn ew e ku hemû alî dengê çekan bibirin û paşê jî dest bi diyalogeke netewî were kirin ku hemû aliyên muxalefetê tevli vê diyalogê bibin. Farûq el Şeri da xuyakirin ku divê hemû alî bê şert û merc li dora maseya diyalogê rûnin û dest bi lihevhatineke netewî bikin. El Şeri di hevdîtina xwe ya bi rojnameya el Weten de gotiye ku pêwîste her kes xwedî li plana nû ya nûnerê Neteweyê Yekbûyî xwedî derkevin û zemîna ji bo diyalogê bê amadekirin.
Ji aliyekî din ve zêdeyî 20 rêxistin û partiyên siyasî Nasirî, Çepgir, Kurd û Islamî banga kongreyeke netewî ya li hundirê Sûriyeyê kirin . li gorî vê bangê dê kongreyeke neteweyî di 12 Îlonê de li Sûriyeyê were lidarxistin. Li gorî bangê dê ev kongre bi dirûşmeya ‘ Ji bo guhertina demokratîk û parastina yekitiya welat û serweriya wî’ tê lidarxistin.
NEW YORK