
Nameya ji bo Barzanî
Onder got, di hevdîtina 2 saet û nîvan de Ocalan diyar kiriye ku mirov nikare pêvajoyê ji pêşveçûnên herêmê cuda bigire dest û ji bo Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî nameyek nivîsandiye. Ocalan ji bo name radestî Onder û Zana bê kirin jî daye rayedaran.
Hat zanîn ku piştî name têkeve destê Onder û Zana dê biçin Herêma Federal a Kurdistanê û bi aliyên ku Kongreya Netewewî ya Kurd re hevdîtin bikin. Onder diyar kir ku dê roja Sêşem an jî çarşemê ku piştî nameya Ocalan bigrin dê biçin Hewlêrê û wiha got: "Îhtimalek mezin emê sêşem an jî çarşemê biçin Hewlêrê, bi awayekî berfireh bi Barzanî û derdorên din re hevdîtinan bikin."
Kongreya netewî
Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Kongreya Neteweyî de jî nêrînên xwe bi van gotinan aniye ziman: "Kongreya Neteweyî ya Kurd girîng e. Dê ji bo aştiya herêmê û ji bo temînata demokrasiya herêmê bibe lingê yekemîn. Dê bibe lingekî ewlehiyê. Di vê wateyê de gelek astengiyên li pêşiya pêkhatina kongreyê hene ne astengiyên mezin in. Heke hemû alî bi wê berpirsiyariya karekî dîrokî dikin nêzîk bibin, dê di demke kurt de kongre pêk bê. Ev dê siyaseta demokratîk ya Kurdan û cihê wê yê demoratîk yê di cîhanê de perçîn bike, dê ji bo wê herêma ku hov lê hespên xwe dibejînin bibe modela demokrasiya cîhanê. Dê kongre bibe gaveke herî girîng ji bo vê."
Xebatên HDP
Hat ragihandin ku di hevdîtinan de, Ocalan zimanên neyînî yên di demên dawî de li dijî HDP'ê tê bi kar anîn jî rexne kiriye. Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev tişt gotiye: "Tenê yek armanceke zimanê neyînî yê li dijî HDP'ê ku di demên dawî de tê bi kar anîn heye; dixwazin gelê kurd tenê bihêlin, bi qedera wê re tena serê wê bihêlin. Lê têkoşîna me, bi gelên din re, olan re, hiqûqa me ya bi çepgir û sosyalîstan re, heta dawiyê di bingeha siyaseta demokratîk de hiqûqeke hevkar a rêhevaltiyê ye. Divê hem HDP û hem jî gelê kurd tu bawerî bi vî zimanê neyînî neyne û hişyar tevbigere." Onder eşkere kir ku Ocalan destnîşan kiriye ku nêzikatiya wan li hemberî aştî û dewletê ewe ku dewletê bînin bin sîwana demokrasiyê û ji bo vê jî pêk bînin daxwaz û bernameyên wan ên dîrokî ji hemû têkoşînan cudatir wê cihê xwe bibîne.
Peyama ji bo Rojava
Ocalan di mijara Rojava de jî ev tişt gotin: "Divê raya giştî ya cîhanê îradeya demokratîk ya di pratîka Rojava de derketî holê bi baldarî temaşe bike û di cihê herî bi wate de bi qîmet bike. Ev dê bibe ewlehiya hemû cîhanê. Ger ku çareseriya demokratîk neyê pejirandin felaketên werin jiyankirin wê bi herêmê ve sînordar nebe."
Hesabê hijbijartinê xeter e
Onder diyar kir ku Ocalan di derbarê 'pêvajoya çareseriyê' de jî wiha got: "Şertê bingehîn yê çaraseriyê makeqanûna demokratîke. Lewra ji hêla rêbazê ve diyarkirina naveroka wê, divê li gorî hîmên bingehîn yên taybetmendiyên wê û li gorî ruhê mûzakereyê parvekirin esase. Ger hikumet bi hesabê hilbijartinê nêzî meseleyê bibe wê pêvajoyê bixe xeteriyê. Nêzîkatiyek bi vî rengî wê bi xwere tengavkirin û pêvajoyê wê bi dawî bibe. Pêvajoya ku em têre derbas dibin nîşanî her kesî dide ku guhertinek demokratîk ferz dike." Onder da zanîn ku Ocalan wê di rojên pêşiya me de ji bo Ermeniyan bi riya Wezareta Dadê nameyekê bişîne û wiha got: "Birêz Ocalan xwest bi awayekî berfireh bixebite û wê demên pêş vê xebata berfireh ragihîne, bawerim nêzî du rûperane."
DÎHA/STENBOL