
Li saranserê Ewrûpayê dawiya hefteyê Kurdistaniyan ji bo azadiya Ocalan çalakî li darxistin. Nexasim jî li elmanyayê hejmara çalakiyan gelek bû. Li bajarên mîna Bremen, Giessen, Hannover, Salzgitter û Stuttgartê çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Elmanyayê Bremenê bi pêşengiya Tev-Çandê Kurdistaniyan mîtîngek ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist. Di mîtîngê de pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” hat hilgirtin. Komên muzîkê yîn li derdora Bremenê, koma folklor û muzîkê yên Zarokên Aram Tigran, Navenda Çanda Ezdîxanê û gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn. Piştî performansa hunerî, belavoka Tev-Çandê hat xwendin û hat gotin, “Em hunermendên Kurdistanî, tevî gelê xwe, emê daxwaza xwe her îfade bikin, heta ku ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan bê mnisogerkirin û bi parêzer û malbata xwe re karibe hevdîtinan pêk bîne.”
Hunermendan got, komploger hîna destekê didin helwêst û siyaseta êrişkar a dewleta Tirk û bang li gelê Kurd kir ku li dora Ocalan hev bigire û komployê pûç bike.
Çalakiya konê agahdarkirinê
Li bajarê Giessenê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li navenda bajêr kon veda û xelkê bajêr der barê mijarê de agahdar kir. Bi belavokan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kir û bang li raya giştî ir ku zextê li hikûmeta xwe bike ji bo ku bêdeng nemîne.
Bi huner doza azadiya Ocalan
Li bajarê Hannoverê jî Komîsyona Çandê ya NCDK´ê li Meydana Kropke mîtîngek organîze kir. Di mîtîngê de ji bo Ocalan stran hatin gotin û bi axaftinan bal hat kişandin ser tecrîdkirina wî û doza azadiya wî hat kirin. Hozan Axîn, Hikmet, Koma Volkana Şoreşê, Ciwan Çewlîk, Hunermend Aslan, Aydin Amara, Nûarînû gelek hunermendên din bi hunerê xwe beşdarî çalakiyê bûn.
Li bajarekî din ê bakurê Elmanyayê Salzgitterê jî jinên Kurd çûn serdana partiyên siyasî, dêr û radyoyên herêmî û dosyayên li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û daxwaza azadkirina wî dan rayedarên wan.
Komuna jinan ji bo vî karî heyeteke ji 20 jinan wezîfedar kir. Endama komunê Hakime Yousef ji bo çalakiya xwe got, “Saziyan bi kêfxweşî em pêşwazî kirin. Gotin em hestên we fêm dikin. Û gotin, ne tenê Ocalan, mirov hemû li Tirkiyeyê rehîn hatine girtin. Erdogan ev kiriye, li Tirkiyeyê dadgerî ne serbixwe ye, Tirkiye wê berdêla vê bide. Me jî got, heta azadkirina Ocalan em ê çalakiytên xwe dewam bikiin, her kesî agahdar bikin.”
Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu
Li Stuttgartê jî jinên ciwan û kurên Kurdistanê bi sernavê “Em terora dewleta Tirk protesto dikin! Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu! Girtîbûna Ocalan Girtîbûna Tevahiya Kurdan e!” mîtîngek organîze kir.
Li meydana Schlossplatz, Ciwanen Azad, JXK ve YXK ev çalakî bi rê ve bir û di dema mîtîngê de xelkê bajêr derbarê mijarê de hat agahdarkirin. Hin ciwanên Elman bi komî desteka xwe bi çalakgeran dan zanîn û kalekî Îtalyan jî got, “Ez xemgîn im Abdullah Ocalan bi vî awayî girtî ye. Çawa dikarin wî tecrîd bikin. Ne rewşeke ku mirov qebûl bike.”
Ciwanan da zanîn ku ew ê vê çalakiya xwe heta azadiya Ocalan bi rengên cihê dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN