Banga mitîngê kirin
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsinê jî ji bo mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li ber Stadyuma Tevfik Sirri Gur bê lidarxistin banga tevlibûne kir. Di vê derbarê li avahiya HDP'ê ya bajar de bi tevlibûna gelek rêxistinên civaka sivîl civînek hate lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Sevgî Aktaş, diyar kir ku li 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê ji bo Rojava, Şengal, Gazza û Licê derkevin qadan û bang li hemû kesî kir ku tevli mitîngê bibin. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsinê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Cemîteya Rojnamevanan bi heman mebestê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Alî Tanriverdî diyar kir ku wê di bin navê "Hefteya Aştiyê" de hefteyekê çalakiyên weki pêşengeh, forum, daxuyaniyên çapemeniyê lidarbixin û banga tevlibûnê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN