
1'emin Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku di pêşengiya Komîsyona Baweriyan a KCD'ê de li Salona Çandê ya Cegerxwîn a Amedê pêk hat piştî niqaşên 2 rojan bi dawî bûn. Konferansa ku duh bi beşdariya gelek mele, alim, şêx û nivîskaran dest pê kir, bi encamnameyê bi dawî bû. Di konferansê de nûnerên DÎAYDER, DÎVES, Înîsiyatifa Azadiyê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde 150 alim û şêx amade bûn. Konferans bi mijara ''Di îslamê de siyaset û serdestiya dewletê" û "Bi çavê islamê niqaşa pirsgirêka Kurd û çareserî" bi dawî bû. Piştî niqaşên 2 rojan bi yek dengî encamname hate qebûlkirin. Li ser navê komîsyonê Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan encamnameya konferansê xwend û diyar kir ku pirsgirêka Kurd dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Dê di demek pir kin de bi tevlêbûna 4 perçeyên Kurdistanê konferansek mezintir bê lidarxistin. Tan, da zanîn ku wan bal kişand ser pirsgirêkên olî, civakî, nijadî, çînî û ometî yên netew û civanên li ser axa Afrika, Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê dijîn û wiha got: "Zêdeyî 150 alimên misliman, û rewşenbir tev li 1'emîn Konferansa Îslamê ya Kurdistanê bûn. Me 2 rojan li ser mijarên cuda niqaş kirin. Mijarên "Di Olê Îslamêde azadiya gelan, cihê aştiya civakî", "Di olê Îsmatê de omet û qewmîtî", "Di olê îslametê siyaset, dewlet û serdesti" û "Li gorî olê îslamê pirsgirêka Kurd" hate niqaşkirin."
Tan, encamnameya konferansê jî aşkere kir û wiha got: "Li gorî hikmê ometa îslamê Kurd, Tirk, ereb, û fars di nava xwe de dikarin pirsgirêk û kêjeyên xwe bi diyalog û parvekirinê çareser bikin. Li gorî Îslamê tu nijad û netew, nikare serdestiyê li ser neteweya din bike. Hemû netew xwedî heman mafê ziman, çand, nasname û nirşan in. Hêzên serdest he tim mafên neteweyan ên ziman, çand, baweriyan red dike.
Ji bo çareseriyê hewldan
Tan, da zanîn ku konferans ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike dê li gel alim, seyda û seydayan di nava hewldanan de be. Ji bo vê yekê divê bi lezgîn komisyon bê avakirin. dê bi dewlet û PKK'ê re têkeve nava hewldanan. Konferansa me dê dê bibe saziyek daîmî û di pêşerojê de bi tevlêbûna alîm û zanyarên her çar perçeyan konferansek din pêk bîne. Armanc dike ku hesapê qetilkirina sivîl li ser bingehê edaletê bipirse û bişopa wê bikeve. Ji bo edalet cihê xwe bibîne dê di nava hewldanan de be. Armanc dike ku hemû nijad û civakên ku bi reng, çand, bawerî û nirxên cuda liser vê axê dijîn li hemberî hev bi hurmet û xweşbiniyê de bin."
Nerînên beşdaran
Rêvebera Navenda Giştî ya MAZLUM-DER'ê Sabîha Unlu: "Polîtîkayên AKP'ê yên Îslamê, ji bo kesên nasnameya xwe û olê xwe nas neke pir talûke ye. Em baş dizanin ku olê îslamê yê rastî hikûmeta niha erê nake û napejirîne. Polîtîkayên AKP'ê mirovan ji olê îslamê dûr dixe. Li mislimanan zulmê dike. 4 welatên ku li Kurdan zilmê û eziyetê dike hemû dewletên misliman in. Rêveberiya wan jî îslam e. Li gel îslamê diparêzin jî dîsa li Kurdan zulmê dikin.
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Olê Îslamê (DÎAY-DER) ya Stenbolê Mele Ekrem Boran: "Piştî peymana Lozanê Komkujiya Sor dest pê kir. Înkar û îmhayê dest pê kir. Têkoşîna lêgerîna mafan a Kurdan ji Şêx Saîd de dest pê kir û di sala 1976'an de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve berdewam kir. Tevgera Apoyî 39 salin têkoşîna nasname û hebûnê dide. Ger ku îro konferansa Îslamê ya Kurdistanê li vir pêk tê bi xêra vê têkoşînê ye. Gelê Kurd bi 10 salan e têkoşîna maf û azadiye dimeşîne. Em dibînin li 4 perçeyên Kurdistanê kesên di rêveberiya dewletan de cih digirin û ji xwe re dibêjin 'em misliman in' Kurdan qetil dikin. Komkujiya Roboskiyê ji aliyê mislimanan ve pêk hat. Kesên dibêjin em misilmanin gelê Kurd qetil dikin û Tecrida liser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan giran dikin. Em êdî dixwazin ev şer bi dawi bibe û êdî cenaze neçin malbatan."
Mele Mehmet Yilmaz: "Armanca konferansê rawestandina vî şerî û lêgerina edaletê ye. Em êdî naxwazin tu kes bên qetilkirin. Tu kes nikare bi zorê ziman, nasname, çand û baweriya Kurdan înkar bike. Nikare wan ji nirxên wan ê civakî dûr bixe. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe û êdî gerîlla û leşker neyên kuştin. Zêdeyî 400 rojin Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan di bin tecridek giran deye. Wî heta niha çek nexistiye destê xwe û tu tişt nekuştiye. Em şahidê wî ne. Ew mirovekî ji her kesi bêtir bê guneh e. Ew di vê dozê de li nirx, ziman û çanda xwe xwedî derketiye. Niha bi qasî Rêberê Apo ku tes nêzî xwedê û pêxember tune. Ew li dijî zilmê ye."
Mele Omer Eroglu: "Gelê Kurd jî wekî hemû netew û miletê din ziman, çand û nasnaneya xwe dixwaze. Êdî gelê Kurd aramî û azadiyê dixwaze. Zêdeyî 410 rojin li ser Reberê Gelê Kurd Brêz Ocalan tecrîd tê meşandin. Em dixwazin ev tecrîd bi lezgîn bi dawî bibe û Brêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên bedan."
Cîgirê Serokê Şaxa ÎDAY-DER'ê ya Îzmîrê Mehmet Dogan: "Bi salan e li ser gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin. Îro gelê Kurd ji aliyê ereb, Tirk, û farisan ku dibêjin qaşo mislimanin ve tê qetilkirin. Kesen li dijî olê islamê tev bigerin di hizûra xwedê de barê wan giran e. Rewşa AKP'ê jî wisa ye. "
Serokê DÎAY-DER'ê ya Mêrdînê Mesut Çelîk: "Brêz Abdullah Ocalan ji bo me pir girîng e. Ew ji bo me di hizûra xwedê de dostê herî dost, mirovê herî sadiq û dostê herî baş e. Aqûbeta wî dişibe ya Nebi Yusuf. Tu mirov nikare di nava van şert û mercan de îdare bike. Ger ku ne dostê xwedê bûya dê niha xweda Teala ev sebr nedabûya nikarîbû îdare bikiraya. Gelê Kurd şer naxaze di sala Şex Sait 1925'an de hate qetilkirin. Di sala 1938'an de Seyit Rıza hate qetilkirin. Wan jî şer nedixwest û li dijî zilmê bûn. Lê ji aliyê kesên qaşo misliman ve hatin qetilkirin. "
DÎHA/AMED