Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Ewropyê (PES) a ku ji 33 partiyên sosyalîst, sosyal-demokrat û karker pêk tê, Philip Cordery der barê gumanên xwe yên têkildarê operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin daxuyaniyek da.
Cordery destnîşan kir ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de, ji nîsana 2009 ve bi hezaran siyasetmedar, hizrêner, kesên alîgirê reforman û azadiya ramanê, parêzvanên mafê mirovan, sendîkavan, endamên tevgerên sosyalîst li Tirkiyeyê hatine girtin û got ku Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) jî endama PES’ê ye.
Sekreterê Giştî yê PES’ê Coredery got; “Ez ji operasyonên bê navber yên ji aliyê rayedarên Tirk ve li hemberî endamên çalak, ên civaka Kurd hatine destpêkirin bi fikar im. Hikûmeta AKP’ê bi van pêkanînên xwe mafên azadiyên sereke bin pê dike.
Cordery destnîşna kir ku divê di guhertina qanûna de ji bo mûxalîfan guhertinên mezin bêne kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêk pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bang li nêzîkariyên berfirehtir ên siyasî kir.
BRUKSEL