Ebru Guden par di çarçoveya doza YDG-M'ê de hate girtin û di rûniştina meha mijdara 2012'an de li hemberî biryara 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ya parastina Kurdî red kir mafê axaftinê girt û wiha got: "Parastina mafê zimanê zikmakî mafekî însanî ye. Kesên mirov neyî vê yekê fêm nakin. Heta mafê zimanê zikmakî yê hevalên min tên qebûlkirin ez jî parastinê nakim." Dadgehê di rûnştina biryarê de ji ber van gotinan derbarê Guden de serlêdana sûç kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê serlêdana sûç a dadgehê ya derbarê Guden de xist mayetê û derbarê Guden de îdîaname amade kir. Di îdîanameya ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Îzmîrê ve hate qebûlkirin de Guden bi parastina kir, "Heqaret li peywirdarên cemaweriyê yên di dema lijneyê de kir" Di îdîanameyê de derbarê Guden de bi daxwaza 3 sal û 10 meh ceza bigire doz hate vekirin. Yekemîn rûniştina doza derbarê Guden de dê di 19'ê sibatê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Îzmîrê bê dîtin.
Ebru Guden li hemberî sûçdariyê di îfadeyên li dozgeriyê dayîn de diyar kir ku ji ber mafê parastina zimanê zikmakî nayê qebûlkirin darizandin dirêj dibin û ji ber vê yekê ev gotin, gotin û bi helwesta heqaretê li dadgehê bike negotin e.
Li aliyê din heyeta dadgehê ya serlêdana sûç kir bi Ebru Guden re ji 8 kesên girtî û 21 kesên di doza YDG-M'ê ya Antalyayê de bi îdîayên "Rêveberên rêxstina YDG-M'ê yên Antalyayê", "Zirar dan malê cemaweriyê" û "Di çalakiya dijzagonî de moloto, fîşekên hewayî û kevir avêtin" ji 20 kesan re bi giştî 591 sal cezayê girtîgehê xwestibû. Di vê dozê de Ebru Guden jî 39 sal cezayê girtîgehê girtibû.
DÎHA/ÎZMÎR