Di kongreya Partiya Çep a li bajarê Bonnê de, piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li kongreyê axivî. Heyeta HDP’ê hin hevdîtin jî kirin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parlamenterê berê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu di nava heyeta HDP’ê de cih girtin. Kongreyê du rojan dewam kir. Di beşa pêr a kongreyê de Hevnûnera HDP’ê ya Elmanyayê Leyla Îmret axivî. Îmret bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên dinyayê û ji bo vê berxwedanê banga piştgiriyê kir.

Îmret got, “Ji bo banga têkoşîna hevpar bikim ez li vir im. Jixwe, hebûna min a li vir jî hêzê dide min. Piştevanî çeka herî xurt e li dijî faşîzmê” û ji hikumeta Elman a federal jî xwest ku dawî li siyaseta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan bîne. Îmret ragihand ku desthilatdariya AKP’ê li Tirkiyeyê çi bi Kurdan dike, dewleta Elman jî bi nêzîkatiyeke heman rengî nêzî Kurdên li Elmanyayê dibe û ji bo ev siyaset bê guhertin, ji Partiya Çep piştgirî xwest.

Di vê navberê de li kongreya Partiya Çep ji bo hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê Ozlem Alev Demîrel û Martin Schirdewan weke namzetên sereke hatin nîşandan. Demîrel û Schirdewan di kongreyê de herî zêde deng standin.

 

ANF / BONN