Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, nameya Ocalan dîrokî ye ji bo gelê Kurd û gel, hikmet û rêjîma Tirkiyayê, şer û pevçûnan radike, rijandina xwînê qedexe dike, biratiya civakî di nava hemû gelên Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de bi hêz dike. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku, nameya Ocalan baştrîn rêbaza çareserî, adalet, dawî anîna şer û ziyanên aborî ye.
Banga tevlîbûna xurt
Partiya Komunîst a Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku, ewê bi hemû hêza xwe pişgirtiya peyama Ocalan bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ew dê ji bo serkeftina pêngava Ocalan daye destpêkirin bi hemû hêz û qeweta xwe tevlî bibin. Di daxuyaniyê de bang li PKK'ê hate kirin yekîtiya xwe bi hêzên din re xurtbikin, bi hişyarî tevbigere û bang li gelê Kurdistanê, hemû rêxistin, hêzên demokratîk û şoreşger hate kirin ku, piştgiriyê bidin naveroka pêvajoyê.
Di dawiya daxuyaniyê bang li gel û hikûmeta Tirkiyeyê hate kirin ku, ji derew û hewldanên hêzên nîjadperest û şofînist yên li Tirkiyeyê bawer nekin, her wiha ji bo biserketina pêngava Ocalan, banga rola erînê û bi bandor li hêzên demokratîk, partiyên siyasî di herêmê û cîhanê de hate kirin.
ANHA/QAMIŞLO