Rêxistinê Partiya Çap a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên bajarê Til Temirê bi armanca danasîna porjeya rêveberiya xweseriya demokratîk li gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê civînek lidar xistin. Civîn bi beşariya bi dehan welatiyên herêmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê Emel Elî axaftina vekirinê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê Îsmaîl Hacî Ferhan di civînê de derbarê rewşa dawî ya siyasî ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî. Ferhan da zanîn ku pêwîste hemû pêkhateyên herêmê li hember êrîşên komên çete yekîtiya xwe bi hêz bikin û destkeftiyên gelê Rojava biparêzin. Ferhan berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibîr xist û da zanîn ku rêvebiriya xweser di encama lehengiya şervanên YPG`ê de pêk hatiye. Endamê PYD`ê Ebdilrehman Mûsa jî derbarê rêveberiya xweser a demokratîk de axivî û da zanîn ku gelê herêmê dê li benda birayarên civîna Cinêv2 nemîne. Mûsa da zanîn ku di nava rêveberiya xweser de hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe digrin. Civîn bi nirxandin û pirsên beşdaran bi dawî bû.

ANHA/TIL TEMIR