Şandeyek ji çalakvanan pêkdihat, pêr serdana ofîsa Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) ya li Hewlêrê kirin. Şande li vir bi serokê PAK’ê Elî Qazî hevdîtin çêkirin.
Çalakvan Mihemed Gomeşînî ku di nava şandê de cih digirt, diyar kir ku Kurd li 3 parçeyên Kurdistanê gihiştine qonaxên girîng û wiha got: “Bi serkeftina Girê Spî re Kurdan hêza xwe li tevayî cîhanê nîşan dane. Divê êdî partiyên Rojhilat jî di nava xwe de hevpeymaniyekê çêkin û dest bi şoreşa Rojhilat bikin.”
‘Ew bang di cihê xwe de ye’
Serokê PAK’ê Elî Qazî spasiya çalakvanan kir û diyar kir ku tekoşîna gelê Kurd bi şoreşa Rojava gavek ber bi pêş de avêtiye. Qazî anî ziman ku ev bûye çavkaniya cihê serbilindiya Kurdan û bûye sedem ku hemû cîhan dengê Kurdan bibihîse.
Elî Qazî destnîşan kir ku banga çalakvanan girîng e û wiha got: “Ev bang erênî û di cihê xwe de ye. Sedema ku heta niha partiyên Rojhilat nekarîne di nava xwe de hevgirtinek ciddî çêkin, nakokiyên di navbera partiyan û cudahiya îdeolojiyane. Mirov dikare van bide aliyekê û hevpeymaniyek bi hêz ava bike. Ji bo şoreşa Rojhilat çêbibe, bêyî dem were wendakirin; divê dest bi xebatan bê kirin.”
ROJNEWS/HEWLÊR