PÇDK'ê ji bo xala 4'em û Parlemena Kurdistanê Manîfestoya Hilbijartinê aşkere kir. PÇDK'ê têkildarî mamîfestoyê daxuyanî da û wiha got: "Pêvajoya hilbijartinan jî dikare weke mekanîzma û amûreke girîng a guhertina demokratîk vê zemîna guhertinê hîn baştir û lezgîntir bike. Li ser vê bingehê jî em bi giştî pêvajoyên hilbijartinan bi taybetî jî hilbijartinên vê carê yên parlemena herêma Kurdistanê, ji bo encamdan û lezgînkirina pêvajoya guhertineke bingehîn a di hemû qadên jiyanî yên takekes û civakê de derfeteke zêrîn dibînin. Misoger ew tişta ku di hewldanên guhertinê de serkeftinê tîne û bingeh e, hebûna bawerî û hêviyê ya civakê bi guhertinê û gîhîştina jiyaneke azad û layiqê gelê me ye."

PÇDK'ê, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku weke lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK), beşdarî hilbijartinê dibin û wiha got: "Ev jî ji bo ku gelê me bi rêya sandoqa dengdanê nûnerê xwe hilbijêre û ji bo pêşxistin û garantîkirina sîstema demokratîk, bi vê rêyê gaveke mezin were avêtin derfeteke baş e. Ev pêvajo ji bo ku parlemen ji bin siya hizbî were derxistin, vegere rewşa xwe ya ku layiqê wê ye û bikaribin bikin çetreke ku hemû di bin de kom bibin, derfeteke başe. Ev hilbijartin li herêma Kurdistanê bicîhkirina sîstema demokratîk de dikare bibe xaleke veguherîner. Ji ber ku parlemenek bihêz û çalak dikare bibe bingeha jinûveavakirinê ya dezgehên din ên herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî em weke lîsteya " Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan" li gorî me, divê hemû hemwelatiyên Kurdistanê, partî, rêxistin û rêkxirawên medenî bi berpirsiyariyeke dîrokî li vê pêvajoyê temaşe bikin û beşdar bibin."

'Dixwazin gel bêhêvî bihêlin'
PÇDK'ê di berdewama daxuyaniyê de li ser polîtîkayên li herêmê têm meşandin rawestiya û ev nerîn parve kirin: "Di hilbijartinê borî de partiyên desilatdar encamên hilbijartinan li gor xwe sererast kirin. Bi vê yekê dixwazin gel bi pêvajoyên hilbijartinan bêbawer û bêhêvî bibe û neçe ser sandoqên dengdanê. Ev jî bi temamî feydeya wan beşane ku naxwazin destkeftên gel bibin yên gel û armanca wan ewe ku di bin destê wan de be. Lê divê em van rastiyan jî li berçavan bigrin ku bi tevî hemû kêm û kurtiyan, bi tevî hemû hewldanên ji bo bêrol hiştina pêvajoyên hilbijartinan jî, em dibînin ku piştî her xuleke hilbijartinê di pêkhateya parlemenê de guhertin çêdibe."
PÇDK'ê di dirêjahiya daxuyaniyê de wiha got: "Îro jî hewl tê dayîn ku ev ezmûn ji bo gel ji pêvajoya hilbijartinê were sarkirin dikine hincetek. Bêguman ev rastî vê nîşanî me dide ku dikare di vê pêvajoya hilbijartinan de jî guhertin werin pêkanîn. Ev jî di wê demê de çêdibe ku gel bi rengekî şiyar û bi rengekî berfireh beşdarî pêvajoya hilbijartinan bibin. Eşkereye ku erka azadîxwaz û demokrasîxwazên herêma Kurdistanê ewe ku ji bo gel bi wate û bi girîngî beşdarî pêvajoya hilbijartinan bibin kar bikin û vê pêvajoyê ji bo li herêma Kurdistanê veguherîneke demokratîk çêbibe, bikine rawestgehek."

Taybetmendiya namzetên PÇDK'ê

PÇDK'ê daxuyand ku lîsteya "Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan" namzetên xwe li ser bingeha dilsoziya gel û niştiman destnîşankiriye û wiha got: "Baweriya me bi xwe, îrade û dengê we azadîxwazan heye ku em dikarin bi hev re serdemeke nû destpêbikin. Ji ber ku li gorî me azadî û demokrasî pêvajoyeke ranaweste û herdem tekoşîn pêwîste. Pêkhateya lîsteya me dikare nûnerayetiya hêvî û xwestekên gel bike.  Namzetên vê lîsteyê herdem pêşengayetiya israra azadiya jinê kirine, alîgirê hevsengiya cinsî bûne û li beramberî nehevsengiya di navbera herdu cinsan de ku tê de herdem jin dibe qurbanî tekoşîn dane. Ji bo vê jî herdem di çalakiyên li dijî kuştina jinan dihatin pêkanîn de herî pêş de bûn."

Xalên manîfestoyê

PÇDK li ser helwest, proje û dahatên xwe bi van xalan aşkere kir:  
-  Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan hê ji destpêka damezirandina xwe ve li gel wê tiştê bû ku sazî û dezgeyên herêma Kurdistanê bibine sazî û dezgeyên gel, bi rêya van sazî û dezgeyan li gel Iraq û welatên derve pêwendiyan ava bike. Pêwendiyên hizbên Kurdistanî û dewletan were bidawîkirin.
- Di sala 2002'an de pêş rûxandina rêjîma Iraqê, ji bo Iraqa piştî rejîma Baas projeya destûrekê amade kir û tê de bi rengekî eşkere pêwendiyên herêma Kurdistanê û Iraqê, sînorê cografî û desthilatî li ser bingeha federaliyê û pîvanên demokratîk destnîşan kir. Li ser vê bingehê ji bo jinûveavakirina Kurdistan û guhertina li Iraqê kar kir.
- Weke helwesteke demokratîk û netewî, dema referandûma li ser destûra Iraqê a di sala 15-10-2005 an de dengê xwe weke "Na" bikaranî. Nerastbûna hêjmarek made û birgeyên destûrê de hebûn destnîşan kir . Herwiha bicîhnekirina pîvanên demokratîk û nezelalbûna di sîstemê de destnîşankir. Daleqandin û taloqkirina pirsgirêkên di navbera navend û herêma Kurdistanê de destnîşankir. Ev rastî jî piştre ji aliyê gelek navendan hatin hîskirin û nêrînên Partî Çareserî rast derketin.
- Di derbarê pirsgirêka Kerkûk û ew navçeyên ku nakokî li ser hene, di salên 2004,2006 û 2008 an de sê projeyên guncav hatin amadekirin û pêşkêşî rayagiştî, aliyên pêwendîdar hatin kirin û li ser kar jî hate kirin. Ji aliyê girîngîdayîna van navçeyan jî Kerkûk xiste navenda kar û xebatên xwe.
- Di derberê civakî û îdarî de çendîn proje pêşkêşî parlemena Kurdistanê hate kirin. Ji van ên herî pêşçav projeyasaya pêşîgirtina şideta li ser jinan û projeyek di derbarê sererastkirina rêziknameya navxwe ya parlemenê.
-  Li ser bingeha xeta netewa demokratîk, di derbarê doza Kurd de herdem xwedî helwest bûn û zêdetir li ser şeqamên Kurdistanê amadebû, di pêşxistina çalakiyên li derveyî salonên girtî, konferans û workshopan de rola xwe hebû.
- Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan ji aliyê rêxistinbûnê ve jî afirînêr bû û li gorî rêziknameya navxwe kariye konferans û kongreyên xwe pêk bîne. Di nav 11 salan de 5 kongre pêkanîne, di rêziknameya xwe de berpirsiyarî sînordar kiriye û berpirsên Partî Çareserî mînakeke baş pêşkêş kirine û bi rengekî dorveger berpirsiyarî hatiye pêkanîn, ev jî di nav rêxistinê de bûye kevneşopek.
- Partî Çareserî di hevserokatiyê de jî afirîner bûye. Bi vê gavavêtinê kariye di berpirsiyariyê de yekdestiyê kêm bike û di birêveberiyê de jin û zilam bike hevpar.
- Partî Çareserî di nav rêxistina xwe de mînakeke nû pêşkêş kiriye û di derbarê giştî cins, bi taybetî jinan de, di birêveberiyê de rêjeya % 40 a herdu cinsan xistiye bin garantiyê û di xula vê gavê ya meclîsa partiyê de ji % 47 a meclisê jin in. Di heman demê de weke pîvan ew endamê ku carekê zewiciye û cara duyem zewacê dike, ji endamiya rêxistinê tê derxistin. Weke encam em dikarin bibêjin ku Partî Çareserî û namzetên lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan ji bo parlemen û pêvajoya siyasî ya li herêma Kurdistan û Iraqê dikarin bibine gur û tîneke nû. Em bi duruşmên "Na ji bo bêçarebûnê, Belê ji bo çareseriyê", "Na ji bo desthilata hizbî, Belê ji bo sazîbûna dezgeyan", "Em bi dengên we gendeliyê jiholê radikin û serdemeke nû destpêdikin" beşdarî vê pêvajoyê dibin û bi piştgiriya we yên tekoşer û azadîxwaz em serdemek nû destepê dikin." 

DÎHA/HEWLÊR