Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK’ê bi daxwiyaniyekê çapemeniyê encamnameya 5’emîn kongreya xwe ya asayî ji rayagiştî re ragehand. Gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên medenî û dezgehên ragehandinê jî di daxwiyaniyê de amadebûn. Di daxwiyaniya çapemeniyê de pêşketin û rojevên kongreyê hate ragehandin û biryarên hatine girtin ji rayagiştî re hatin eşkerekirin.
Di daxwiyaniyê de hate gotin ku 5’emîn kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk bi duruşma “Çareseriya doza Kurd û parastina destkeftiyên gel bi yekîtî û rojevekê hevbeş dikare pêk were” hatiye lidarxistin û bi serkeftî encambûye. Dûvre desteya birêvebir bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK’ê îro li katjimêr 11’an de li salona Otêl Çarçira de bi daxwiyaniyekî çapemeniyê encamnameya 5’emîn kongreya xwe ya asayî ji rayagiştî re ragehand. Hewserokên PÇDK’ê Diyar Xerîp, Necîbe Omer û endamê desteya rêvebiriya partiyê Mam Hejar di daxwiyaniyê de amadebûn. Encamnameya kongreyê ji aliyê hevserok Diyar Xerîp ve hate xwendin. Diyar Xerîp da zanîn ku kongre di 11’ê Mijdarê de li Kerkûkê bi beşdarbûna 290 delegeyan pêkhatiye û got; 5’emîn kongreya me bi duruşma “Çareseriya doza Kurd û parastina destkeftiyên gel bi yekîtî û rojevekê hevbeş dikare pêk were” pêk hatiye.
Xerîp di dewama daxwiyaniyê de birêveçûn û rojevên kongreyê bi vê awayî ragehand; “Di kongreyê de rêzikname û bernameya partiyê hate xwendin bir nêrîn û pêşniyar û rexneyên delegeyan hate dewlemendkirin. Her wiha di vê kongreyê de li gel ala partiyê sîstema serokatiyê jî weke hevserokatî hate guhertin”. Xwerîp wiha got; “Dîsa di rojeva kongreyê de pirsgirêkên Iraq, yên netewî, îdeolojîk û rêxistinî hatine nîqaşkirin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan biryarên giring hatine girtin”.
Piştî ragehandina biryaran Diyar Xerîp da zanîn ku ji bo hevserokatiya partiyê Necîbe Omer û Diyar Xerîp hatine hilbijartin, 7 jê jin, 8 jê zilam bi giştî 15 kes jî ji bo desteya rêvebiriya partiyê hatine hilbijartin. Xerîp got; li gel endamên rêvebiriyê tevahî delegeyên kongereyê soz dane ku biryar û projeyên kongrê bicîh bînin”.
Piştî daxwiyaniyê herdu hevserok Necîbe Omer, Diyar Xerîp û endamê desteya rêvebir Mam Hejar bersiva pirsên rojnamevanan dan. 

Biryarên kongreya PÇDK'ê


1- Ji bo li herêma Kurdistanê de li ser hîmê destûrnameyek demokratîk sîstemek demokratîk bê avakirin û hikûmetê ji bandora partîgerî bê derxistin xebat bê kirin.
2- Ji bo pêkanîna konferansekî netewî ya hemû partiyên herêma Kurdistanê kar bê kirin û ji bo mekanîzmayek siyasî, îdarî, civakî, çandî û aborî bê sazkirin xebat bên meşandin.
3- Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûk û navçeyên din ên dabirawî bi hêzên başûrê Kurdistanê û demokrasîxwazên Iraqê re bi awayek hevbeş pêşxistina pirojeyan.
4- Piştî vekêşandina hêzên Emerîkayê bi tevê hemû paritiyên herêmê pêkanîna konferansekî.
5- Ji bo mafê neteweyî Kurd, Ereb, Tirkmen, Asurî û Keldanî di destûra bingehîn a Iraqê de cîh bigre xebat bê kirin.
6- Ji bo mafê olî yê Êzîdî, Şebek, Kakeyî, Saîbî û Mesîhiyan bê misogerkirin xebat bê kirin.
7- Ji bo pêkanîna Konferansa Neteweyî xebat bêkirin û konferansên ku KNK’ê pêkanîne bên destekkirin.
8- Tevgera azadiya gelê Kurd ya li Bakûr, Rojhilat û Rojava bê destek kirin û ji bo ev dewlet dest ji siyaseta xwe ya înkar û tunekirina gelê me bedrin û maf, azadî û nasnameya siyasî ya gelê Kurd binasin xebat bê kirin.
9- Ji bo herêma Kurdistanê di navbera tevgera azadiya gelê Kurd ya li her çar perçeyên Kurdistanê û dewletên deshiladar de rola navbeynkar bilîze hewldan bên pêşxistin.
10- Weke erkekî neteweyî û mirovahiyê ji bo azadiya Rêber Ocalan û girtiyên din ên siyasî kar bê kirin.
11- Der barê pirsgirêka zayendî û şîdeta li dijê jinê de pêkanîna konferansekî taybet, parastina jinên ku rûbirûyê tundiyê dibin, şopandina doza wan.
12- Ji bo muxalafetbûn û çanda muxalifiyê konferansek taybet bê pêkanîn.
13- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan û bêkariyê konferansek bê pêkanîn.
14- Ji bo binesaziya aborî ya Kurdistanê bê bihêzkirin projeyên hevbeş bên pêşxistin.
15- Ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî kar bê kirin.
16- Ji bo paqijkirin û parastina jîngeha Kurdistanê kar bê kirin.
17- Ji bo bi tevahî aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê re pêwendî bên pêşxistin kar bê kirin.
18- Ji bo pêşxistina karên ragehandin û zanistî bên pêşxistin kar bê kirin.
19- Ji bo perwerde kirina kadroyên siyasî vekirina navendên perwerdehiyê.
20- Ji bo hemû bajar, navçe û gundan pêşxistina rêxistinbûna partiyê, giringîdayîna birêxistinkirina hemû beşên civakî, bi taybetî rêxistinkirina jinan û ciwanan.
21- Ji bo li başûrê Kurdistanê çanda resen a Kurdî pêş bikeve kar bê kirin.
22- Ji bo sîstemek demokratîk yê xwendin û perwerdehiyê bê damezrandin ku ev sîstem îrade û kesayeta azad a xwendevan esas bigre.


ANF/HEWLÊR