Aram Bayiz di 10’ê Cotmehê de li navçeya Kelar a Germiyan gel li dijî baregeha PDK’ê xwepêşandanekê de ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK’ê ve hat qetilkirin. Malbata Aram Beyiz der barê berpisê PDK’ê Behmen Kake Ebdullah yê navçê de bi awayekî fermî gilî kir.
Malbata Aram Bayiz derbarê gilî de peyameke nivîskî weşand. Di peyama malbata Aram Bayiz de wiha hat gotin: “Em weke malbata Şehîd Aram Bayiz li gorî yasayên me derheqê berpirsê PDK’ê yê navçê Behmen Keke Ebdullah de gilî kir".
‘Divê derkeve pêşiya dadgehê’
Malbata şehîd Aram Bayiz di dawiya peyama xwe de wiha got; “Weke malbata şehîd Aram Bayiz em dawe dikin ku ev kes ji aliyê kanalên televîzyonê ve bi vî şêweyî neyê pêşandan. Her li gor rêzdariya ji bo malbata şehîd jî divê ev neyê kirin. Her wiha em ê li ser doza xwe berdewam bin ku heya ev kes bê derxistinî pêş dadgehê. Ger nebe, wê demê em neçar in ku helwêsta xwe biguherin û rêyên din ên weke xwepêşandan, nerazîbûn û çalakiya li ber dadgehê li dar bixin.”
HÛŞMEND KURDÎ/ROJNEWS/KELAR