Li ser helwesta Tirkiye û dirêjkirina OHAL’ê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) der barê Tirkiye de biryara pêvajoya venêrtinê da. Niha jî Parlamentoya Ewropa (PE) ji Konseya Ewropa (KE) xwest ku zîrveya taybet a Tirkiye pêk bînin. Nûnerê CNN Turk ê Brukselê Guven Ozalp, diyar kir ku di civina duh a rûniştina Tirkiye ya PE’yê de komek parlamenteran xwest muzakereyên bi Enqere re bên rawestandin. Ozalp, anî ziman ku Raportora Tirkiye ya Parlamentoyê Kati Pirî jî anîbû ziman ku qanûna bingehîn a di referandumê de hat qebûl kirin rê li pêş pergala “otoriter” vedike bi vî rengî berdewama muzakereyan ne pêkan e.”
BRUKSEL