
Jina ducanî ya nexwest navê xwe bide jî wiha got: "Di dema îsyanê de ji zaroka min ya 4 salî re ava şid avêtin. Di vucuda wê de sorbûn çêbû. Hêj ev jê neçûne. Dema em derxistin me berxwe dan lê gotin 'bimirin jî bavêjin' " Kese birîndar hatî Tirkiyeyê jî wiha got: "Ez birîndar hatibûm Tirkiyeyê. Ez hatim Tel Abyadê. Ez du rojan li nexweşxaneyê raketim. Pişt re ez li kampê hati bicîhkirin. Nîva şevê ez ji kon derxistim. Pêdîvî pêk hebe ez dê heta Enqere gilî bikim.
Jina got hevserê wê li Suriyeyê şer dike jî wiha got: "Ez jî derxistim. Ez diraziyam ji nişkave bi ser kon de girtin. Derfet nedan ez serê xwe jî bigirim. Gotin 'Hadê hadê her Suriyeyê herin cem Beşar' Min ji wan re got hûn çima dikevin hûndir ez tazî me. Di wê demê de keça apê min li cem min bû. Ew weke hevserê min dîtin. Ji min re gotin 'Ka hevserê te li Suryeyê bû' Min jî ji wan re got ez keça apê min e. 5 kes ketibûn kon. Em bi piyên tazî li wesayîtan siwar kirin. Em bi lezgînî anîn aliyê din ê sînor vala kirin." Jinekî din jî wiha golt: "Bi ser kon de girtin û ez li wesayîtê siwar kirim. Keça min di kon de diraziya. Destûr nedan ez wê bigirim. Guhdariya min jî nekirin. Keça min li wir ma. Şîrê wê jî xilas bûye. Jin ji wan re got cih ez bimirim ez naçimê lê gotin 'tu bimirî jî em dê te bibin'" Jinekî din jî diyar kir ku di saetên şevê de de ew derxistin û wiha got: "Xwarin û vexwarin ji bo me girîng nîn e. Em ji ber ewlehiyê hatibûn. Ji bo ku em namusa xwe muhafaze bikin em hatibûn. Leşkeran bi boriyê li min da. Di nav kesên hatin derxistin de birîndar jî hebûn."
'Me di dawî de komplo ferq kir'
Endamekî OSO'yê yê nexwest navê xwe bide diyar kir ku "Ji rêveberiya kampê li me geriyan û got, 'Em 600 alîgirên Esed tesbît kirin werin ji sînor bigirin û ya pêdivî pê heyî bikin' Me ji bi hêrsekî mezin dar û çekên xwe girtin û em hatin sînor. Me di heman demê de êrîş li wan nekir em hinek pê re axivîn. Piştî axaftinê em hînbûn ku ew Nusayrî nin in. Me fêm kir ku ew ji me ne. Heke em pê re neaxivî ban û em di heman demê de êrîş li wan kiriba dê tiştên nebaş çêbiban."
Hiqûq hate binpêkirin
Qeymeqamê Akçakaleyê Eyup Firat jî têkildarî îdîayan de bêdeng ma. Hate zanin ku Suriyeyiyên ji ber tiştên piştî îsyanê hatin jiyîn nerihat e û diyar kirin ku ew şerê Suriyeyê ji jiyana kon tercîh dikin. Hate îdîakirin ku ji 27'ê adar heta niha 2 hezar û 500 Suriyeyî bajarê kon terk kirin. Parêzer Cuneyt Altinparmak, têkildarî prosedura hiqûqî ya dersînor diyar kir ku hiqûqa penabaran hate binpêkirin û hatin dersînorkirin û wiha got: "Îsyanek pêk bê jî penaberekî din naşînin kampekî din. Heke li wir aramî pêk neyê di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de dê bişînin welatekî din. Tirkiyeyê hiqûqa xwe û ya gerdûnî binpêkiriye."
DÎHA/RIHA