Ji ber van êrîşan heta niha bi sed hezaran hemwelatiyan koçî bajarên Kurdan ên Efrîn û Kobanê kirine. Welatiyên ku ji ber êrîşan koç dikin vê carê jî li ser rêya Efrînê rastî astengiyên bendên kontrolê yên Artêşa Hur tên û xerac ji wan tên stendin.

Derbarê stendina xeracê de koçberê bi navê Ebdo Brahîm diyar kir ku ji ber topbarana rêjîma Suriyê ji Taxa Şêxmeqsûd ber bi Efrînê ve bi rê ketine, lê vê carê rêya wan ji aliyê Artêşa Hur ve hatiye girtin. Brahîm da zanîn ku dema gihiştin benda Kontrolê ya li dawiya Seken Şebabî, ji aliyê koma kesê bi navê “Xalid Heyan“ ku xwe wekî Artêşa Hur binav dike ve hatine rawestandin û ji wan hatiye xwestin ku kaxeza derbasbûnê ya navenda Artêşa Hur nîşan bidin, ger ku nîşan nedin jî wê nehêlin derbas bibin. Brahîm ev tişt gotin: “Ji ber ku kaxeza derbasbûnê li gel me tine bû, ji bo derbasbûnê  ji me 20 hezer lîreyê Sûriyê  sitendin. Dema me xwest hinceta wê hîn bibin jî, em rastî gotinên bêexlaqî hatin.”
Koçberê bi navê Murad Elî yê ku terzîvanî li Helebê dikir jî, dema xwest 6 makîneyên xwe yên dirûnê ji Şêxmeqsûd ber bi Efrînê ve bibe, li benda kontrolê ya Artêşa Hur hate rawestandin û ji wî jî 20 hezar lîreyê Sûriyê hatiye girtin. Her wiha welatiyê bi navê Elî Mensûr jî da zanîn ku ji bo derbasbûna 9 makîneyan Artêşa Hur 40 hezar lîreyê Sûriyê ji wan standine.

ANHA/EFRÎN