Rêxistina Efûyê xwest biryara darvekirina Ramîn bê rakirin Amnesty International (Rêxistina Efûya Navneteweyî) der barê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî de daxuyaniyek da û got, “Xeterî heye ku Ramîn Hisên Penahî piştî cejna Remezanê bê darvekirin. Divê biryara darvekirina Ramîn bê betalkirin.” Amnesty International got, cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî neheqî ye û bi vî rengî dewam kir: “Wê li gorî biryara dadgehê Ramîn 3’ê Gulanê hatiba darvekirin. Lê ji ber ku nerazîbûn zêde bûn, ev biryar hat taloqkirin. Piştî ku Ramîn hate girtin 4 mehan ti agahî jê nehatin wergirtin. Piştî wê jî du mehan di hucreya yek kesî de hate girtin. Di vê demê de êşkence lê hate kirin. Ti delîlek nîne ku Ramîn Hisên kesek kuştibe.” Ramîn Hisên Penahî ciwanekî Kurd e, xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Par ji aliyê Îranê ve hat girtin û dadgehê cezayê darvekirinê lê birî. LONDON