Ji pênûsa gerîla Rêbaz wêne

Haberleri —

Gerîlayê HPG’ê yê bi navê Rêbaz Çîçek Gabar, hêna di zaroktiya xwe de dest bi wêne çêkirinê dike. Gabar got çêkirina wêneyan ji bo wî şêwekariyê û îfadeya cîhana xeyalên wî yên zarokatiyê ye.  Gerîla Rêbaz Çîçek Gabar yê ji bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayhe Kurdistanê di sala 2008’an de beşdarî gerîla dibe.

Gerîla Rêbaz Çîçek Gabar diyar kir ku dema ew li dibistanê fêrî bikaranîna pênûsê bû, gelek caran di nava dersên dibistanê de hişê wî diçû ser çêkirina wêneyan.

Gabar got ji ber ku wî di nava dersê de wêne çêdikir, mamosteyên xwe gelek caran ew hişyar dikirin, lê ev ji bo wî nebû asteng.

Gabar li ser  hezkirina xwe ya ji wêneyan ev tişt anî ziman: “Min ewqas ji wêne hez dikir ku êdî min li ser hemû lênûsên û pirtûkên xwe wêne çêdikirin. Min ji xwe bawer kir ku ez dikarim bibim wênevan. Min piraniya wêneyên xwe bi hêza xeyalên xwe çêdikir.” 

Birayê Gabar ê mezin û xwîşka wî a biçûk jî wêne çêdikirin û bi malbatî hunera wêneyê hez dikin. Piştî ku malbat ji gund derdikeve Gabar bêrîkirina xwe ya ji jiyana gund re, her tim di wêneyan de bilêv dikir.

 

Piranî wêneyên jina çêdikir

Gerîla Rêbaz Çîçek Gabar got di pêşxistina çêkirina wêneyan de dayika wî gelekî pêşiya wî vedikir û wiha pêde çû: "Dayika min gelek hez ji wêneyên min dikir.  Eleqedarbûna dayika min a bi min re hişt ku ez wêneyên dayik û keçan jî gelekî çêbikim."

Gerîla Gabar got ji ber ku rewşa malbata wî ji aliyê aborî de ne baş bû, wî nikarî dema pêwist bide karê hunerî û wiha axivî: "Rewşa malbatê ya heyî bû sedem ez di nava sînorekî diyarkirî de hunera xwe ya wêneçêkirinê pêşbixînim. Tişta herî zêde li ser pêşxistina min a wêneyan, cihê ez mezin bûm xwezayi bû."


Jiyana gerîla bi wêneyan îfade kirin

Rêbaz Çîçek Gabar diyar kir ku ew di nava jiyana gerîla de dikare her tiştî bi wêne îfade bike û got: “Hunera wêne ji bo paşeroja civakekî bermahiyek bi wate ye. 

Min di nava gerîla de piştî dest bi wêne çêkirinê kir, min dixwas resmê Rêber Apo çêbikim. Min gelek caran di xwe de mafê wêneyê Serok çêbikim nedidît. Lê çêkirina wêneyên Rêber Apo her tim ji bo min hesta min a bêrîkirinê manîdar dikir." 

Gabar di berdewama axaftinên xwe de wiha got:  “Min di nava gerîla de xwest ez xweza gerîla tê de dijî û çiyayên Kurdistanê biresimînim. Bê guman di nava gerîla de mirov dikare resmê her tiştî çêbike. Li gorî min hemû bedewiyên di nava gerîla de xwedî nirxên giranbuha ne û pêwîste ji dîrokê re bibin mîrate. Hinek kes jiyana gerîla bi nîvîsê, hinek bi helbestan, hinek bi stran û hinek jî bi dengbejiyê vedibêjin, ez jî bi wêneyan vedibêjim.”


Gerîlatiyê berê wî da wêneyan

Gabar da zanîn ku beriya ew beşdarî gerîla bibe wateyek mezin nedaye wêneyan û wiha got; “Min di temenê xwe yê zarokatiyê de dest bi çêkirina wêneyan kir lê min zêde wate nedidayê. Piştî ku ez demek di nav jiyana gerîla de pijiyam, ez gihîştim rastiya maneyê û min got; wêne dikare gelek tiştan îfade bike. Min careke din dest bi çêkirina wêneyan kir. 


'Gerîla wate dide çand û huner e'

Gerîla Rêbaz Çîçek Gabar got gerîla gelek wate dide çand û hunera civakan û gotinen xwe bi vî awahî dawî kir: "Min di nava gerîla de dît ku, gerîla çiqas wate dide çand û hunera civakan. Ev nêzîkatî di min de baweriyeke mezin ava kir. Bi taybetî piştî ku min nirxandinên Rêber Apo, yên di der barê çanda Kurdî de û li ser sembolên Kurda xwendin, bandorek mezin di fikir û hestên min de çêkir û kûrbunek di min de ava kir.”


ŞARISTAN NÛRHAQ/ANF/BEHDÎNAN
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.