Mamosteyên Şehbayê: Ji bo zarokên Efrînê ji perwerdeyê bêpar nemînin em di nava şert û mercên zehmet de xebitîn. Sala destpêkê û ya duyemîn li binê kon û xirbeyan me perwerdeyên xwe temam kirin. Heta niha ji saziyên alîkariyê alîkarî nehatiye.  Soz dane lê belê ti ji wan soza xwe pêk neaniye.

MÎRAN EBDO/ROJ DENÎZ ANHA/ŞEHBA

Li kantona Şehbayê sala 3. a perwerdeyê destpê kir. Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şêniyên Efrînê neçar man warê xwe biterikînin û li herêmên Şehba û Şerawayê bi cih bibin. Ji aliyekî ve berxwedana ji bo vegera Efrînê, li aliyê din ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji şaredariyê heta komun û meclîsan hewl tê dayin ku jiyan li ser bingeha sîstemeke komunal bê avakirin. Mamosteyên Efrînê jî xwe di bin sîwana KPC demokratîk de bi rêxistin kirine û ji bo zarokên Efrînî ji perwerdeyê bêpar nemînin di nava şert û mercên zehmet de dixebitin.

Mamosteyên ku sala destpêkê û ya duyemîn li binê kon û xirbeyan perwerdeyên xwe temam kirin, ji bo amadekariya sala 3. a perwerdeyê di betlaneyê de li akademî, dewreyên branşan xwe perwerde kirin.

Me her der kir qada perwerdê

Hevserokê KPC-Demokratîk Mamoste Hamid Risto der barê karên xwe yên perwerdeyê, asta mamosteyan û pêwîstiya perwerdeyê ya serdema 3’emîn de axivî û got: ”Sala destpêkê tevî ku tiştek nebû me bi derfetên xwe dest bi kar kir. Yekane armanca KPC a li vê deverê ew e ku xwendekarên xwe bi rengê herî baş perwerde bike. Rêber Apo gelek caran bal kişand ser girîngiya perwerdeyê. Bêguman perwerde ji bo her civakê gelekî girîng e. Lê belê bi taybetî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi sedan salan gelê Kurd hate jibîrkirin. Eger em xwe ji aliyê îdeolojîk, felsefîk, bi kurtasî xwe di her qadê de perwerde nekin em ê nikaribin bi ser bikevin.”

Destpêkê tiştekî me nebû

Hamid Risto wiha qala zor û zehmetiyên destpêkê dike, “Li Şehbayê dibistan nebû, pirtûk nebû. Dibistanên heyî jî ji aliyê çeteyan ve hatibû hilweşandin. Ji ber vê yekê destpêkê em neçar man dibistanên xwe li kampan ava bikin. Li binê konan mase û kursî jî nebûn. Bi alîkariya rêveberiya me û gel perwerdeya me gihîşt heta astekê. Ji ber ku pirtûkên me yên dersê nebû, me di ser PDF’ê ders li mamosteyên xwe belav dikir ku perwerdeyê bidin xwendekaran. Ne pirtûkên xwendekaran hebûn ne jî yên mamosteyan.

Alavên me têr nakin

   

Ji rêveberên dibistana li navçeya Ehrezê Sabah Cirnes jî got, “Li Şehbayê sala destpêkê bêguman zehmet bû. Ji ber ku her mamostyên me li deverekê belav bûbûn. Haya me ji hev nebû. Piştre em kom bûn. Komîn hatin avakirin. Her mamoste li devera ku lê bûn kom bûn û kom bi kom dest bi kar kirin. KPC ji nû ve kom bû. Meclîs ava bû. Li her gundî rêxistinbûnê dest pê kir. Piştre jî me dest bi komkirina xwendekaran kir. Tevî vê yekê me amûrên perwedeyê jî kom kirin. Wê demê tevî şert û mercên giran me bi rengê herî baş xwendekar kom kiribûn. Ya ku ji bo me herî zêde zehmet peydanekirina amûrên ji bo perwerdeyê ne, ne ewlekarî ye. Me hewl da bi derfetên xwe vê yekê çareser bikin, lê têrê nakin. Heta niha ji saziyên alîkariyê alîkarî nehatiye. Soz dane lê belê ti ji wan soza xwe pêk neaniye.”