
Li Wanê Fuara Pirtûkan a ku bi pêşengiya Weşanxaneya Aram hatî despêkirin du caran rastî serdegirtina polîsan hat û bi sedan pirtûk hatin desteserkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban diyar kir ku fuara pirtûkan li ser jiyana bajêr bandoreke erênî kiriye û nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da.
Li Wanê 2. Fuara Pirtûkan a bi dirûşma “Bi pirtûkan re aşitî” tê lidarxistin û gelê Wanê jî elaqeyake baş nîşanê fuarê dide. Polêsên Tirk ên li Wanê jî ji destpêka fuarê ve li pey provokasyonan in. Polîsan hem di roja duyemîn hem jî di roja sêyemîn a fuarê de bi ser dezgeha Weşanxaneya Aramê de girt û pirtûka Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Parastina Gelekî” jî di nav de, dest danî ser 202 pirtûkan. Polîsan bêyî ku teblîxatê bişînin ji weşanxaneyê re, dest danî ser pirtûkan û her wiha balkêş e ku tîmên taybet û polîsên destwerdanê jî di nav de bi sedan polîs li gel çekên xwe ketin meydana fuarê.
‘Bila destê xwe ji ser pirtûkên me bikêşin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban jî got, fuara pirtûkan li ser jiyana bajêr bandoreke erênî kiriye û polîs dixwazin bi zextan fûarê terorîze bikin û pirtûkhezên li Wanê ji fuarê dûr bixînin. Hatîce got, “Bila destê xwe jî ji ser pirtûkan bikêşin. Ti hêz nikare pirtûkhezan ji pirtûkan û aştiyê dûr bixe. Li bajarê me fûara pirtûkan a dûyemin çêdibe. Em dizanin ku ev fuar ji bo welatiyên me gelekî baş dibe. Pirtûkê jî terorîze dikin. Ji doh ve li ser înternetê û cihên cuda çapemeniya neteweyî û hwd. de diyar dikin ku fuara li Wanê bi gel hêzên dewletê ve hatiye astengkirin û gelek rexne li ser wan heye. Kes ji ber astengiyên dewletê ji heskirina pirtûkan û xwendinê nagere. Ji bo wê elaqeyeke zêde heye. Mafê kesê jî tuneye ku vê elaqeyê tune bike. Kedeke pir zêde û bêhempa hatiye danîn li ser vê fuarê. Mafê tu kesî tuneye ku elaqeya li vê fuarê bişkîne. Kedeke mezin hatiye dayîn. Gelek kesan fedekarî kiriye. Mafê tu kesî tuneye ku mafê hezkirina pirtûkan were terorîzekirin.”
‘Li hemberî pirtûkan jî dijminahiyê dikin’
Zeynep Parilti a ku di weşanxaneyê de dixebite, nerazîbûn nîşanî serdegirtinan da û got, “Elaqeyeke mezin a ji bo pîrtûkan heye. Pirtûk ji bo mirovan gelekî girîng in, ew hogir û hevalê herî baş in di jiyana mirovan de. Pirtûk ronahi ye ji bo mirovan. Ew jî dide nîşandan ku li hemberî pirtûkan ji dijminatî dikin. Ew mirovên ku rê didin wan jî mejûyê wan tarî ye. Armanca wan ew e ku vekişandin li ser pirtûkan hebe, lê tiştek wisa jî tuneye. Tiştên şaş dikin, eger pirsgirêk li ser pirtûkan hebe dikarin li ser weşanxaneyan bisekinin. Lê di nava fuarê de astengî derxistin baş nîne û ez wan şermezar dikim. Bi wan astengiyan hêviyê me yên aştiyê tê kuştin.”
‘Berhevkirina pirtûkan ne qanûnî ye’
Gulîstan Aydogdu ji got: “Gelo mirovê bê pirtûk dê çawa bijî. Pirtûk zanist e ji bo jiyana mirov de jî pêşwaziya herî baş jî pirtûk e. Armanca wan ew e ku mirov çand û hebûna xwe nas neke, lê nagihêşin armanca xwe. Kes bi gorî wan naçe. Di nava Fûara bi navê aştî tevî pirtûkan de hatin û dest danîn ser hemû irtûkan, ev tişt ji ne qanûnî ye. Pirsgirêk li ser pirtûkê hebe dikarin biçin weşanxanê û destdirêjiyê bike. Lê tiştekî şerm e ku di nav civakê de were hemû pirtûkan bi gelek polêsên xwe rake.”
‘Naxwazin mirov hînî çand û hunerê xwe bibe’
Barîn Altove ji elaqeya li ser pirtûkan îfade kir û li ser astengiya polîsan jî got: “Elaqeyeke mezin li ser pirtûkên çandî heye. Lê mixabin ev du roj in li ser Weşanxaneya Aramê zextek heye û pirtûkên wan tên berhevkirin. Pirtûk asoya mirov berfireh dike. Lê dijmin tiştekî wisa naxwaze û ji ber wê her roj astengiyên pûç derdêxe holê. Naxwaze mirov hînî çand û hunera xwe bibin. Dewlet naxwaze kes bixwîne, dizane ku mirov bixwîne, dewlet nikare şer bike. Em pênûsa xwe baş digrin û ew nikarin şerê xwe dewam bikin. Pirranî zextên wan li ser weşanên Kurdan hene. Hişmendiya xwe ya qirêj li ser pirtûkan jî pêk tînin.”
WAN