
PJAK’ê li ser nûçeyên derbarê xetereya darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Hebîbûllah Gulperîpûr de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de PJAK´ê rejima Îranê hişyarkir û got; Darvekirina Hebîbûllah Gulperîpûr û girtiyên siyasî ji bo me sedema şer e û xeta me ya sore.
PJAK´ê Îranê hişyar kir
PJAK’ê daxuyaniyê de diyar kir ku darvekirina girtiyên siyasî xizmetî çareseriya pirsgirêkan nake û berovajî vê yekê, wê aloziyê kûrtir bike. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:"Komara Îslamî ya Îranê ku sala borî li ser gelên li Îranê zextên giran meşandin, li dijî daxwazên rewa yên gelan, cezayê darvekirinê her car weke tehdîd bikaranî. Lê divê were zanîn ku eger ev siyaset ji nû ve bikeve dewrê û di serî de Hebîbullah Gulperîpûr, girtiyên siyasî werin darvekirin, tevî hemû aloziyên heyî, em ê naçar bimînin ku di biryara xwe ya ragirtina çalakiyên leşkerî de pêdeçûnekê bikin û bersivê bidin."
Gulperîpûr her kêlî dikare were darvekirin
Karbidestên rejîma Îranê beriya mehekê girtiyê ji doza PJAK Hebîbullah Gulperîpûr ji nişka ve ji girtîgeha Urmiyê veguhestibûn girtîgeha Simnan. Demek dirêj di derbarê çarenivîsa Gulperîpûr de agahî nehatibûn wergirtin û ji ber cezayê wî yê darvekirinê ji aliyê dadgeha bilind ve jî hatiye erê kirin, fikarên ku ewê were darvekirin zêde bibûn.
Beriya bi çend rojan îdareya Îtlaeta Simnan ji Hebîbullah Gulperîpûr re ragihand ku ewê di nav çend rojan de were darvekirin. Tevî ku biryar ne nivîskî û ne bi rêya parêzeran hatiye ragihandin jî Gulperîpûr her dem dikare were darvekirin.
ANF/SINE