PKK’ê destnîşan kir ku AKP dixwaze bi komkujî û qirkirinê pirsgirêka Kurd ji holê rabike û bal kişand ku êrişên AKP’ê yên li hemberî Ocalan, gel û gerîlayan tu sînoran nas nake. PKK’ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku evane hemû bi destê Serokwezîr û wezîran têne birêvebirin.
PKK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Ocalan giyanê berxwedanê bi dest xistiye û bûye xwedî astek civakî, siyasî û leşkerî, ji ber wê jî destûr nade kolekirinê. PKK’ê got; “Ji ber tirsa ji vê yekê û kîna li hemberî vê yekê, êrişên herî namerdane dibin ser Rêbertiya me. Piştî wê jî li hemberî gelê me û tevgera me, dest bi tundî û şereke bê kontrol kirine” û destnîşan kir ku her gava ku diavêje li hemberî giyanê Apocî şer dike, ji ber wê jî bi vînek nahêje re rû bi rû ye.

'Ji bêzarî êrîş dikin'

PKK’ê got; “ Sedema esas a îşkenceya li ser Rêbertiya me ev e. Tirs û bêçaretiya gihiştiye asteke wisa ku bi tecrîda li ser Rêbertiya me veguherînin îşkenceyê û komkujiyên weke Roboskiyê bînin serê gelê me. Artêşa taybet a ji kujerên kirêgirtî û leşkerên bi pereyî pêk tê, ji ber bêzarî û binketina li hemberî gerîlayên me, çekên ku weke sucê mirovahiyê tên zanîn, ên weke napalm, mîsket û çekên kîmyewî bi kar tînin, hewl didin ku bi vê yekê her aliyê Kurdistanê bikin dojeh. Rojane, li hemberî saziyên siyaî û zagonî yên gelê Kurd û nuner û hilbijartiyên Kurdan, fetwa têne dayîn û heqaretên giran li wana têne kirin.”

'AKP ji exlaq qut bûye'

Komîteya Rêveber a PKK’ê got; “Faşîzim ev e. AKP hêzek e ji exlaq, siyaset û mirovahiyê qût bûye ye. Tişta rê dide wê ne siyaseta ku îdîa dike ye û ne jî tişta herî zêde ya qala wê dike ya pêşeroja gelê tirk e. AKP ji hêla tirs û bê çaserseriyê ve tê rêvebirin. Tenê ne li hemberî Rêbertiya me, tevgera me, gelê me na, li hemberî hemî hêzên ji derveyê xwe di nava tirs û êrişê de ne. Divê mirov helwesta wê ya li hemberî serokatiya me ya li Îmraliyê a di çala mirinê de ketiye nava çi bêçaretiyê jî bi vê girêde. Berxwedana herî mezin ji hêla Rêbertiya me ve tê meşandin. Ev jî gelekî AKP’ê ditirsîne û wê dîn û har dike.  Faşîzma AKP ‘Xweseriya Demokratîk’ a ji hêla gelê me ve hat îlankirin, li hemberî xwe xetereke herî mezin dibîne û ji ber wê hebûna xwe di tunekirina tevgera me û Rêbertiya me de dibîne. Ev diyar e. Piştgiriya hêzên navneteweyî ya paşverû ji her hêl ve girtiye û bêexlaqiya herî mezin li hembêrî gelê me dide meşandin. Ji ber wê dixwazin hemî welatên cîhanê bikin hevkarê sûçê xwe.”

'DYA û YE hevkarê sûc in'

PKK’ê bal kişand ser hevkariya hêzên navnetewî ya bi AKP'ê re û ev bang li wan kir: "Divê bê zanî ku ji bê piştgiriya hêzên paşverû, ew nikarin tecrîta li ser Rêber Apo ew qas giran bikin û li hemberî rêxistina me bi her aliyê de êrişên îmhakirinê ew qas pêk bînin. Di vî warî de DYA û YE’ yê jî herî kêm bi qasî AKP’ê sûcdar in. Dîsa DMME û CPT jî berpirsyariya xwe neanîne cih, wan jî bêhurmetiya xwe ya li hemberî mafê mirovan bin pê kirine. Ji bilî wê, em wek gel û rêxistin tenê riyeke me heye, em ê wekî Rêbertiya xwe li hemberî hemî zextên faşîzane em ê bikevin nav berxwedaneke bê hempa."

'Rêya bi tenê berxwedan e'

Komîteya Rêveber a PKK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişande ser helwesta gelê Kurd a li hember van êrîşan û bi van gotinan banga berxwedanê kir: " Xwuya ye di sala  2012’an de jî ev hovîtiya dewleta AKP’ê li ser gelê me bidome. Dixwazin raperîna herî bi hêz a 40 salê dawî tune bikin. Bi van êrişan dixwazin gelê me bi koletiyê berbi tunekirinê ve biherin. Ji ber wê divê gelê me û hemî xebatkarên vê rêxistinê li hemberî vê xeteriya dîrokê di nava zanetiyê de bin û hebûna xwe biparêzin û berxwedana xwe xurt bikin”

ANF/BENDÎNAN