Bi armanca nirxandina geşedanên dawî li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navenda partiyê ya bajarê Rimêlan bi beşdariya bi dehan endamên partiyê yên bajarê Girkê Legê û bajaroka Rimêlan civînek lidar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Desteya Rêvebir a PYD'ê Dr. Hisên Koçer geşedanên dawî li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê ji endaman re nirxand. Koçer, diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêvajoya guhertin û hilweşandina rejîman destpê kiriye, di vê çarçovê de li Sûriyeyê jî şoreşekê destpê kiriye, lê hin aliyên opozisyonê hewldidin ku şoreşê li gor hesabên hin aliyan birêve bibin.
Koçer, di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî diyar kir ku hin hêzên herêmê û yên derve hewldidin destkeftiyên şoreşa gelê Rojava têk bibin û wiha dewam kir: "Destpêkê êrîşî Serêkaniyê kirin, paşê êrîş berfereh bûn û gihiştin herêma Efrînê, herî dawî jî li bajarê Amûdê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rastî êrîşa hin komên çete hatin. Girêdayî van êrîşan hin navendên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê li dijî tevgera me dest bi kampanya reşkirinê kirin." 

GIRKÊ LEGÊ