Li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê bi tevlîbûna Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Sûriyeyê Dr. Husên Koçek semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de Koçek, rewşa dawî ya li Suriyeyê û ciwanên ku ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kirine nirxand. Gelek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ku hatine Herêma Federal ya Kurdistanê û ciwanên zanîngehan tevlî semînerê bûn.
Koçberî dibe mijara bazariyan
Koçer di semînerê de axivî û bal kişand li ser alozî û êrîşên li Sûriyeyê rû didin. Koçer got; "Li Sûriyeyê rewşeke aloz tê jiyîn. Li wê derê şoreşek heye. Dibe ku ciwanên kurd di nava vê şoreşê de cih bigirin. Lê hatine wan ya Başûrê Kurdistanê tenê sozên lewazkirina şoreşa rojavayê ye. Niha wan kesên ji Rojava tên Başûrê Kurdistanê di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Piraniya wan li wargehan dimînin. Gelek kes li sînorê Başûr û Rojava bazara derbaskirinê dikin û ev yek weke siyasetekê birê ve diçe.”
Kurdên li Suriyeyê sîstema xwe ava dikin
Koçek anî ziman ku, ew li Sûriyeyê ji bo di navbera partiyên Kurdan de yekîtiyek çêbibe li heremê hevdîtinan pêk tînin û wiha axivî “ Heta niha gelek kes dibêjin gelo çima li Rojavayê Kurdistanê yekîtiya partiyên Kurdan çênabin. Hewldanên me yên yekîtiyê dewam dikin. Em gelek çalakiyan bi hev re dikin. Lê hinek nakokiyên ji derve tên pêşxistin hewldanên yekitiyê bê encam dihêle. Lê divê baş bê zanîn ku, li Rojava yekitî hebe û nebe jî Kurdên li Sûriyeyê wê sîstema xwe ava bikin.”
Tirkiye li dijî mafê kurdan tevdigere
Koçek destnîşan kir ku Sûriye tevahî hêviyên xwe bi Tirkiyê ve girê dide û diyar kir ku dixwazin li gorî siyaseta Stenbolê tev bigerin. Koçek bi van hevokan axaftina xwe bidawî kir: "Me wekî PYD berî niha jî gotibû, em niha jî dibêjin, siyaseta Tirkiyeyê li ser bêstatûhiştina Kurdan e. Lê tevî vê yekê hê jî hin partiyên Rojava dixwazin li gorî siyaseta Tirkiye û meclîsa tirk tev bigerin. Em li vir dipirsin; gelo berjewendiyên Kurdan di vê siyasetê de heye? Dewleta Tirk heta niha çi maf da kurdên Bakûrê Kurdistanê ku wê bide kurdên Rojavayê Kurdistanê.”
Piştî axaftina Koçek, semîner bi nirxandinên beşdaran bi dawî bû.
HEWLÊR