Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, jinê bi 8'ê Adarê, beşek biçûk ji mafên xwe yên kar, hilbijartinan û qedexekirina karê zarokan bi dest xist. Her wiha PYD’ê di daxuyaniyê de balkişande ser rewşa herî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û wiha  got: '' Li Sûriyeyê bûyerên kuştin, wêranî û talankarî zêde bûne û ji her kesî zêdetir jinan berdêla bûyerên li Sûriyê dane. Ji ber vê yekê  pêwîste jinên Sûriyeyê bi giştî û taybet jî ya Kurd  asta berxwedana xwe bilind bikin û bi awayeke çalak li rêbazên çareseriya li Sûriyeyê, di çarçoveya azadî,  demokratîk û  jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyan xebatê bike.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniyê de wiha pêda çû: ''Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi rêbertiya Ocalan ji bo parastina mafê were misoger kirin,  derfet da  ku jin rêbertiyê civakê ji alî aborî, siyasî û rêxistinî bike. Derfetên ku Tevgera Azadiyê da jinê, bandora  li hemû civakê kir û nerînên nîjatperest ên li dijî jinê daxist asta  jêrîn.''
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, xuşkên Leyla Qasim, Şêrîn Elemhoyî, Çîçek Botan, Berçem û Rûken  li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê karîbû barê şoreşê bi hemû awayî rakin ser milên xwe, li rex mêr bi hemû hêza xwe parastina nirxên civakê bike û saziyê civaka sivîl li Rojava avabikin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de PYD'ê roja 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: '' Civaka ku azadiya jinê li ber çav negire, dê ew civak nikaribe pêş bikeve.” 

ANF/QAMIŞLO




Jinan li Hewlêrê 8’ê Adarê pîroz kir

Li Herêma Kurdistanê Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK)’ê ji bo Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê li seyrangeha Dilope ya bajarê Hewlêr şahiyek li darxist.
Şahiya ku ji aliyê RJAK’ê hat organîzekirin bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî şahiyê bûn û reng dan şahiyê. Piştî ku hemû amadekari hatin temam kirin û jin hatin cihê şahiyê, şahiyê birêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Piştî wê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya jibo 8’ê Adarê hate xwendin.  Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, beyannameya RJAK û Yeketiya Jinên Rizgariya Kurdistan RJAK’ê û Meclîsa Jina Azad hate xwendin. Di her sê beyannameyan de jî hate gotin ku pêwîste sîstema desthilatdar a babiksalarî dawî li şîdeta li ser jinê bîne û divê hemû jin bi druşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tekoşîna xwe ya jibo azadiya jinê bihêz bikîn û xwedî li tekoşîna sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin. Herwiha di beyannameyan de hate gotin ku heta qetilkirina hersê siyasetmedarên jin yên Kurd ku li parîsê bi awayek hovane hatibûn qetilkirin neyê eşkere kirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Bi dawihatina xwendina beyannameyan, Koma Jîn ya Navenda Çanda Bêston derket ser dikê û bi stranên xwe şahî coşkir û birêzê ve Mardîn Helepçeyî li ser 8’ê Adarê helbest xwend, Navenda Kultura Dîcle şanoyek li ser 8’ê Adarê pêşkeşkir, zaroka binavê Nîga Herdî (7) helbesta binavê 8’ê Adarê xwend û helbesta dawiyê jî ji aliyê Semîra Heme Emîn ve hate xwendin. Di navberan de peyamên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî hatin xwedin. Herwisa di dawiya bernameyê de, Koma Jîn ya Navenda Çanda Bêston dûbare derket ser dîkê û stranên govendê gotin jin û zilamên ku tevlî şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê bibûn jî govend girtin. 

DÎHA/HEWLÊR