Endamê meclîsa PYD'ê Elî Şemo di derbarê siyaseta rejîma Baasê ku dide meşandin de axivî û balkişand ser hin aliyên muxalifetê ku heta niha mafê gelê Kurd qebûl nekirine û diyar kir ku hin alî hewl didin ziyanê bigihînin gelê Kurd. Li aliyekî din endamê PYD'ê balkişand ser rola jinê di şoreşê de û bi taybet rola jinê li Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna wê di hemû meclîs û saziyên civakî de.
Li gundê El-Zehêriyê ya navçeya Beravê ya Dêrîkê jî civînek hate lidarxistin, piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê PYD'ê Şêrwan Remezan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam xwend û nirxandin li ser peyama Ocalan hatin kirin. Her wiha gotûbêj li ser geşedanên dawî yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Endamê meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Telet Yûnis jî di derbarê rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê di parastina herêmên Kurdan de axivî. Yûnis bal kişand ser hewldanên rejîma Baasê ku dixwaze Kurdan bikşîne nava şer.
Civîn bi pirsên ser rewşa dawî û ji aliyê Yûnis ve bersivandinê bidawî bû.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ-DÊRÎK