LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Ez naxwazim hema wilo bimirin, ev qas keda me heye di vê rêyê de, mirov bi destê dijminê xwe bê kuştin, ev hem bi kêra welat tê û hem jî jimin re jî wê bibe rûmetek.

Sibe salvegera bêbextane qetilkirina Apê Mûsayê Kurdan, Mûsa Anter e. Min Apê Mûsa di zarokatiya xwe de çend caran dîtibû, ne bêhtir. Carekê jî dayika min jê re bêcemeyên kitanî dirûtibûn ku bi pirranî gava li Nisêbînê bû li hewşa xwe li ser text jixwe bi wan cilûbergên rehet rûdinişt. Min becemeyê wî dabûyê lê ya rastî tiştekî zêde li bîra min nemaye. Ji ber ku tevahiya kolanê jî behsa hatina wî dikir, her cara dihat Nisêbînê, ez jî pê dihisiyam. Hasil hingê mirov meraq nake çima mirovek evqasî bi nav û deng be û rêzeke mezin jê re bê girtin.

Cara ku ji bo girtina dîmenên filma Mem û Zînê jî hatibû jixwe heydenî û dengênî bi meheleya me ketibû. Havînan ne li Nisêbînê bûya jî jixwe heta 1989´an li gundê xwe Stilîlê bû û di wan cejnên hingê jî di havînê de, xelk û nexasim kesên weke welatparêz dihatin nasîn bi qefle diçûn eyda wî ku ev jî weke bibîranîn li cem min maye ji zaroktiyê. Ango ne çûna min û dîtina min, lê bi qefle çûna xelkê. Di vegerê de jî qismek ji wê qeflê ku bavê min jî di nav de bû, dema ku digihiştin hev êdî bi rojan behsa wê serdanê dikirin û nexasim jî bi qerf û henekên wî bi hefteyan dikeniyan, ji hev re digotin, dibilandin û xelas nedikirin.

Ez zanim bê ev çi agir e û zilm e...

Bi destpêkirina serpêhatiya Welat re jî min xwe li xwendina bi Kurdî ya Mûsa Anter ceriband, û hingê min hîna nû fêm kir, ew hosteyek bû. Di civakan de gelek hosteyên peyvan nînin, hosteyên ku bibin gula civatan kêm in. Jixwe di asta Mûsa Anter de kêmtir in. Gava ku min nivîsên Apê Mûsa bi Kurmanciyê xwendin, min zanî nivîsandina bi Tirkî jî zilm e ku li wî bûye. Jixwe, wî jî wê di nivîsa xwe ya bi sernavê Zimanê Dê di rojnameya heftane Welat a 14´ê Hezîrana 1992´yan de bigota, "Kî bêje nebêje, wek min 60 salî di nav vî agirî de nemaye. Ez zanim bê ev çi agir e û zilm e....!!"

Ew weqfa welêt bû

Di Kurdiyê de ruhê gotinên wî hebû, ew terzê wî yê Kurdistanî ku di Tirkiyê de hêsîrek bû, di Kurdiyê de azad bû, bi meseleyan dipeyivî. Ango gotin, peyv û hevokan têra wî nedikir, biwêj û gotinên pêşiyan jê re nîv diman, ji wî re mesele diviyan û wî bi wan meseleyan dizanî û ew mesele bi xelkê re parve dikirin bi mebesta ku xizmeta derveyî xwe, ya xelkê xwe û bi gotina wî ya "welêt" bike. Ji ber wê jî digot, ez bûme Weqfa Welêt. Di nivîseke xwe ya di quncika bi navê Tîr a rojnameya Welat de wî dê ev rewşa xwe bi meseleya keşeyekî ku jina pê re zinê kirî û hatî jê re gunehê xwe gotî, wiha îfade bikira:

"Jinik hat ber keşe, nerî ku yê pê re raza ev keşe ye.

Jinikê: Ê ma yabo ezê bêm çi, tu zanî.

Keşe: Ê min xem nake, lê kesî din?

Jinik: Wile ji xeynî te şeş keşê din hene.

Keşe: Netirs qîza min wê xwedê te efû bike, ji ber ku tu bûyî weqfa dêrê…

Bê mane, ez dinerim ku ez jî wek wê jinikê bûme weqfa welat."

Em hemû PKKcî ne û Bijî Kurdistan

Ne bi maneyeke êrişkar û neerênî lê li hemberî dijminan ew mirovekî deqerûbû, nexasim jî gava ew dijmin siyasî bûn, yan jî dijminê wî welatê ku ew weqfa wî bû. Bi wan re di nivîsên xwe de diyalog dikirin. Ji wan re digot, "Faşîstino“, "Lawo, Tirkêşçî û Kemalîstino“, gotina xwe ji wan venedida. Ew mijarên ku ji bo gelekan tabû bûn, wî bi vî uslubê xwe yê deqerû li nav çav û rûyên wan dixist. Neditirsiya jê re bibêjin nijadperest, ji ber ku ji xwe piştrast bû ew ne nijadperest e û dikarî ji giregirên Tirkan, ji rayedarên wan ên hikumî re bibêje, "Ez dinêrim, ev qirş û mirşên dibên em Tirk in, niha tiştek derxistine, berê me digot, "Turkiye Ordusu", "Turkiye Polisi“, "Turkiye Bankasi." Lê ew niha dibêjin "Turk Ordusu", "Turk Polisi“, "Turk Bankasi û hwd." … Ji ber vî awayî heta ji destê (ordiyê û polîs) tê Kurd û Kurdistanê dikin bin lingan û diperçiqînin."

Ne ku bi rastiya miletê xwe nizanîbû, lê jê pişrast bû ku wê şiyar bibe û li hemberî vî dijminê ku artêş, polîs û bankayên wê ji bo perçiqandina Kurdan bûn, serî netewîne. Û wî dizanî heger Kurd serî hildin, ti zindanên dijmin û ti artêşên wî wê bi wan nekariyana. Gava ku di gotara xwe ya Eşqa Welat de behsa zilma neyar û beramberî wê Newroza nû ya Kurdan dikir, ev yek eşkere dida der: "(E)z ji temamê Kurdan re dibêjim, ku faşîst di welatê me de bi panzerên Emerîqa pîrek û zarokên me biperçiqînin, emê tevde herin devê serayan û bêjin, faşîstno, em hemû PKK cî ne, Bijî Kurdistan û hûn çi dikin ji me bikin."

Gava behsa Newrozê dikir jî Rahşan Demirel a ji Nisêbînê ji bîr nedikir û di nivîsên xwe de di heman demê de nexasim jî bi ciwanên Kurd re çiqasî sohbet dikir, ewqasî jî berberiya dijiminên wan dikir: "Faşîstino, hûn qenc fêm bikin, hek xwîna şehîdên me ariya şehîda me yî muqades li erdê bimîne, lenet li me Kurdan hema bê.

Delalên min:

Min ji we hemûya qebûl e. Ez nikarim yek yek bersiva we bidim. Newroza we gişan pîroz be, bila agirê meşala Rahşan Demirel li pêşiya we pêketî be."

Ji dijmin netirsiya û her berberê wî bû    

Apê Mûsa mirovekî ku êdî di encama tecrûba jiyanê de ye, yan jî ji ber ku xisleta wî ye, mirovekî wêrek bû beramberî dijminê xwe. Jixwe, ew deqerûbûna wî ya li jorê gelekî muhtemel e ku ji vê ye. Gava ku Huseyîn Denîz ê ku weke wî di heman rojnameyên Tevgera Azadiyê de rojnamevanî dikir, hat qetilkirin, wî hêrsa xwe jî bi qasî qerfa xwe ji dil û yekser îfade dikir: "Huseyîn lawo, Huseyîn lawo ma ezê bêm çi? … Bi xwedê devê min nagere ku ez qala şehidiya te bikim û destê min jî qelemê nagire. Lê ez ji te re soz didim, berê min yek dinivîsî, lê ezê jiha pê ve, ji bedêla te de jî binivîsim."

Li ser soza xwe ma

Di pey Wedat Aydin re jî qelema wî van gotinên li jêr xêz dike ku bi sonda wî û ya wî di berdêla Kurdan de bi dawî dibe: "Em Kurd êdî hew malê xwe bi mêzênên bi gû diwezinînin.

Wedatê pak.

Em gelê Kurd giş ax û xwîna te pîroz dikin. Tu bawer bike bi min mabe xwîna te li erdê namîne.

Sonda gelê Kurd ev e Wedat."

Apê Mûsa heta roja ku bi bêbextiyê 20´ê Îlonê hat qetilkirin jî li ser soza xwe ma û serpêhatiya xwe ya 72 salan weke şehîdekî welatê xwe bi dawî kir. Wê dil nedihişt ku ji dostên xwe yên ezîz re bibêjin, rehma xwedê lê be, lewma wî ji bo wan digot "(Huseyîn) tu bi xwe rehm î, tu şehîdê welatê xwe Kurdistanê yî." Apê Mûsa jî şehîdê welatê xwe Kurdistanê ye. Gelek rojnamevanên ku çapemeniya azad ên ku îro ez bi wî re kar dikim, tînin bîra xwe ku wî gotiye, "Ez naxwazim hema wilo bimirin, ev qas keda me heye di vê rêyê de, mirov bi destê dijminê xwe bê kuştin, ev hem bi kêra welat tê û hem jî jimin re jî wê bibe rûmetek." Li Enqereyê, li ser rêya Amedê ku wê lê bi bêxtî bihata qetilkirin jî ev gotin ji rojnamevanekî hingî gelekî ciwan re gotibûn.   

Jînenîgeriyeke kurt a Apê Musa

Apê Mûsa muhtemelen sala 1920´an li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdînê Nisêbînê hate dinê. Ew di zaroktiyê de ji bavê xwe sêwî dimîne. Dayika wî ya ku muxtara gund bû wî mezin dike. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîse jî li bajarê Tirkiyeyê Edenê qedand.

Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne çû Stenbolê û li zanîngehê, gelek xwendevanên Kurd nas kirin. Apê Mûsa, li ser daxwaza Fayîq Bucak dev ji felsefeyê berda û qeyda xwe li beşa Huqûqê çêkir. Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe bicivîne û hem di warê madî de û, hem jî di warê manewî û siyasî de xwedî li xwendekarên Kurd derbikeve, Mala Xwendekaran a Dîcle vekir.

Piştî salekê jî tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin.

Sala 1944´an, bi Ayşe Halê Zapsu re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Apê Mûsa sala 1948´an Mala Xwendekaran a Firatê vekir û dest bi deranîna rojnameya Dicle-Firatê dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurt" (Welatê Pêşketî) dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê girtin.

Birîna Reş di zindanê de dinivîsîne

Sala 1959´an ji ber doza 49´an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Apê Mûsa pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga Kurdî ya ji 6 hezar peyvan, amade dike.

Sala 1971´ê careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976´an de vedigere gundê xwe, heta 1989´an li gund dijî.

Piştî 89´an vedigere Stenbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Sala 1989´an careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî bi navê Hatiralarim (Bîranîn Min) têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî hatin weşandin, gelek xwendevan bi xwe ve girê dabûn.

Roja 20 Îlona sala 1992´an li Seyrantepeya Amedê di encama bêbextiyeke qatilên dewleta Tirk û îstîxbarata wê hat şehîdkirin.

Berhemên wî yên sereke wekî din, Qimil (1962), Birîna Reş (1959), Ferhenga Kurdî- Turkî (1967), Vaka-i Name (1992), Çinara Min (1999), Firat Marmaraya Akar (1996) û Hatıralarım (1991, 1992).